BI DÎMEN

'Di 1'ê Mijdarê de divê her kes dora HDP'ê bicivin'

Endamên Komîteya Zanistî û Ronakbîriyê ya KCK'ê bang li gelan kirin, ku di 1'ê Mijdarê de li dora HDP'ê bicivin. Endamên komîteyê bi taybetî bang li gelên Dîlok û Dêrsimê û jinan kirin.

Endamên Komîteya Zanistî û Ronakbîriyê ya KCK'ê bang li gelan kirin, ku di 1'ê Mijdarê de li dora HDP'ê bicivin. Endamên komîteyê bi taybetî bang li gelên Dîlok û Dêrsimê û jinan kirin.

Endamên Komîteya Zanistî û Ronakbîriyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK), ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê ev bang kirin:

MÛNZÛR DÊRSIM: JI BO ŞEHÎDÊN AMED, PIRSÛS Û ENQEREYÊ HDP

Mûnzûr Dêrsim da xuyakirin ku hilbijartinên 1'ê mijdarê mîna yên 7'ê Hezîranê girîng in û got, "Rewş û bûyerên ku di dîroka siyasetê ya Tirkiyeyê de neqewimîne, di desthilatdariya AKP'ê de qewimîne. Bi binpêkirina destûra xwe ya bingehîn re, ji bo hesap û berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê hewl dan gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê teslîm bigirin.

Ew bi xwe çavkaniya herî mezin a tirsê ne. Çavkaniya herî mezin a dijminatiya li gelan e. Li pêş çavan e ku ew dijminê azadiyê ne. Bi vî rengî dixwazin gelan teslîm bigirin. Li hemberî vê yekê, mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê, ji bo bîranîn û dilsoziya bi mirovên li Amed, Pirsûs û Enqereyê şehîd ketin, pêwîste di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de têkoşîna demokrasî û azadiyê bê meşandin û AKP di sindoqê de bê definkirin. Em bawerin ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de wê tevahiya gelên Tirkiyeyê bi hesasiyeteke pêwîst tevbigerin. Ji ber ku di herikîna dîrokê de gel ti carî teslîmî dîktatoran nebûne.

'GIRÎNG E GELÊ DÊRSIMÊ XWE BIGIHÎNE KOKA XWE; LI DORA HDP'Ê BICIVE'

Di vê mijarê de gelê Dêrsimê, pêwîste bi hişmendiya xwe ya rastiya civakî û dîrokî re, ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê bêhtir tevlîbûnekê pêk bîne. Girîng e gelê Dêrsimê xwe bigihîne koka xwe û bi coşeke mezintir dengê xwe bide HDP'ê. Mirovên di vê mijarê de dudil in, divê werin îqnakirin. Gelê Dêrsimê mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê pêwîste di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî bi hişmendiya yekîtiya bindestan li dora HDP'ê bicive. Ev yek, bi qasî demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo azadiya gelê Kurdistanê jî girîng e û em bawerin ku gelê Dêrsimê wê hesasiyeteke bi vî rengî nîşan bide. Li ser vê bingehê em tevahiya gelê xwe silav dikin."

ZELAL EDESSA: DIVÊ PÊŞÎ LI ZÊDEGAVIYA ERDOGAN Û AKP'Ê WERE GIRTIN

Zelal Edessa jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji bo gelên Tirkiyeyê û da zanîn ku betalkirina hilbijartinên 7'ê Hezîranê û biryara pêkanîna hilbijartinên pêşwext, êrîşek li hemberî vîna gelan e.

Edessa got, "Weke ku tê zanîn AKP di 13 salên desthilatdariya xwe de li ser hemû gelan, rejîmeke faşîzan û antî demokratîk da meşandin. Piştî ku bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re ev ji dest çû, ji bo careke din desthilatdariyê bi dest bixe, bi zanebûn hikûmet neda avakirin. Hêzên demokratîk û mirovên azadîxwaz ên li Tirkiyeyê pêwîste bersiveke xwe li hemberî vê hebe. Ev bersiv jî divê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bê dayîn.

Divê gelên Tirkiyeyê sînorên Erdogan û faşîzma AKP'ê diyar bikin û nehêlin êdî zêdegaviyê bikin. Hêza gelan heye ku vê bikin. Mînak; eger AKP nebûya partiya yekemîn wê partiyên din, HDP'ê karîbûya hikûmeteke alternatîf ava bikira. HDP ji bendê derbas bû û pêşketineke girîng destnîşan kir. Hemû gelên cuda; Kurd, Tirk, Ereb û gelên din bi xwe re bir Meclîsê.

BANGA LI GELÊ DÎLOKÊ Û JINAN

Bi taybetî dixwazim bangekê li gelê li Başûrrojava û Dîlokê bikim. Mirov ji bo Dîlokê dikarin bêjin ku mozaîka gelan e. Ji hemû derdor û gelan mirov li vir hene. Ji her herêmê karker-kedkar hene. Mirovên ji Riha, ji Botanê hatine, hene. Kurd, Tirk, Ereb hene. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê du parlamenter derxist, lê belê potansiyela Dîlokê heye ku hemû parlamenteran derxîne. Ji ber ku gelên me yên li wê derê bi sedan salan jiyaneke hevpar dijîn. Di navbera wan de ti pirsgirêk derneketiye. Di navbera Kurd, Tirk û Ereb de ti pirsgirêk nîne. Pêwîste gelê me yê li Dîlokê careke din bi xurtî tercîha xwe bike.

Bi taybetî jin li Dîlokê xwedî rewşeke girîng in. Ji ber ku ji aliyê kedê ve weke karker dixebitin. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de jî ev derket holê; ya ku cih da jinê, vîna wê nas kir û pêşî li azadiyê vekir HDP ye. Ji ber vê yekê bi pêşengiya jina divê her kes li dora HDP'ê bicivin. Divê neyê gotin ku dengek tiştekî naguherîne. Carna dilopek dibe dilopa dawî. Dengek dikare destketiyekê biafirîne. Em vê ji bîr nekin; Eger em dixwazin ew pêvajoya bi xwîn a çar mehên dawî biqede, eger em dibêjin aştî, biratî, demokrasî û azadî, divê em bêjin HDP. Li ser vê bingehê ez bawerim ku wê gelê Dîlokê serketî be."