Dayik Bozkûrt: Bila kes negirî, em serbilind in
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Bozkûrt (Harûn Çekdar) bi merasekê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Bozkûrt (Harûn Çekdar) bi merasekê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Bozkûrt (Harûn Çekdar) bi merasekê hat veşartin.
Cenazeyê Mehmet Bozkûrt (Harûn Çekdar) ê gerîlayê HPG'ê li bejahiya taxa Qanciya ya bi ser navçeya Qereyaziyê ya Erziromê di 23'ê Cotmehê de di şer de jiyana xwe ji dest da ji Saziya Tiba Edlî ya Erziromê hate wergirtin û li gundê Qemag a Agiriyê hate definkirin. Gelek kesên ku di nav de parlamenterê HDP'ê Mehmet Emîn Îlhan, Hevşaredara Agiriyê Mûkaddes Kûbîlay, rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de beşdarî merasîma cenaze bûn û dirûşmên "Şehîd namirin" "PKK gel e, gel li vir e" hatin berzkirin.
Piştî ku li mizgefta gund wecîbeyên olî hatin bicihanîn û girse ber bi goristana gund ve meşiyan. Piştî rêzgirtinê parlamenter Îlhan axivî û got: "Gelê kurd êdî yekîtiya xwe pêk aniye. Di jiyana gelê kurd de mirin jî heye mayîn jî. Em ji mirinê narevin. AKP ji ber ku naxwaze desthilatdariya xwe winda bike zarokên kurd dikuje. Ew çi zilmê bikin jî em ê heta dawî li ber xwe bidin. Qasî heval Menmet bi hezaran ciwanên kurd hene."
Dayika Bozkûrt ê HPG'î Besê Bozkûrt jî hestên xwe bi gotina "Ez dayika PKK'ê me. Bila kes negirîn. Em serbilind in" anî ziman.
Piştî axaftinan girse çû mala şînê ya li gund.