Çalakiya boykotê ya mamosteyan dewam dike
Li Zanîngeha Silêmaniyeyê, çalakiya boykotê ya mamosteyan dewam dike.
Li Zanîngeha Silêmaniyeyê, çalakiya boykotê ya mamosteyan dewam dike.
Li Zanîngeha Silêmaniyeyê, çalakiya boykotê ya komek ji mamosteyan a ji ber nedayîna heqdestên wan, dewam dike. Komek ji xwendekarên zanîngehê jî îro destek dan mamosteyan û ji bo di sîstema perwerdeyê de guhertin bê kirin, tevlî dersê nebûn.
Mamosteyên li ber Zanîngeha Silêmaniyeyê civiyan dan xuyakirin ku heta mafên wan ji wan re bê dayîn, ew ê çalakiya xwe ya boykotê bidomînin.