Êrîşên artêşa Tirk didomin
Êrîşên artêşa Tirk ên li hember gerîlayên di asta bêçalaktiyê de ne, bênavber didomin
Êrîşên artêşa Tirk ên li hember gerîlayên di asta bêçalaktiyê de ne, bênavber didomin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir ku operasyona artêşa Tirk a bi giranî bi çekên teknîk li qada Oremar a girêdayî Gevera Colemêrgê hê jî didome. HPG’ ê got; “Di vê çarçoveyê de 27’ê Cotmehê saet di navbera 21:30- 22:30 de qereqola Oremar Girê Şehîd Gafur ê li ser xeta sînorê Avaşîn bi obus, hawan û tankan bombe kiriye.”
HPG’ê agahiyên nasnameya Hamza Karataş ê 25’ê Cotmehê di pevçûneke li Girê Şehîd Rehîme bi giranî birîndar bibû û paşê jiyana xwe ji dest dabû bi raya giştî re parve kir.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:
“27’ê Cotmehê saet di navbera 14.40-15.30’an de û saet 20.30’an qereqola Serbesta ya li xeta sînorê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê; girê Kuro Şîno, 28’ê Cotmehê (îro) saet 01.00-06.00’an qereqola Elemûn; girê Şehîd Dîlber da ber obus û hawanan.
24’ê Cotmehê leşkerên li derdora alaya Bîlîcan û qereqola Bîlîcan a li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, xwestin dest bi operasyonekê bikin. Hêzên gerîlayên me ev hewldanên êrîşê ji destpêkê ve ferq kirin û bi çekên giran û ferdî ve li hember leşkerên derketibûn operasyonê bersiv dan. Der barê mirî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin, qereqola Bîlîcan; herêmên Garêya Biçûk û Şehîd Baran da ber obus û hawanan.
Ji 10’ê Cotmehê ve qereqola li bajarokê Bespin ê navçeya Silopiya yê Şirnexê; herêma Cûdî bi awayekî navber da ber obus û hawanan.
Di navbera 24-27’ê Cotmehê de ji aliyê Walîtiyê li navçeya Pîran a Amedê qedexeya kolanan hatibû îlankirin. Piştî qedexeyê, polîsên AKP’ê li Taxa Kûrmik û herêma Sirtê Pîran lêkolîn-lêgerîn kirin. 27’ê Cotmehê jî leşkeran bi ser gundên Tunebûrak, Tîrejman û Ûçkûla yên girêdayî navçeya Pîranê girtin. Girê Tîm, qereqola Beyaz Çeşme û Tabûra Dîcle; gundên Tunebûrak, Tirêjman û Ûçkûla bi hawanan bomberdûman kirin. Ev herêm heta 7’ê Mijdarê herêma ewlehiyê hat îlankirin, ketin û derketin hatin qedexekirin. Mûxtarên gundan û fermandarên li herêmê li vir ji gundiyan xwestin ku bila gundên xwe vala bikin.”
HPG’ê, nasnameyên 2 gerîlayên ku di operasyona 22’ê Cotmehê de li bejahiya gundê Kanciya yê girêdayî navçeya Qereyazî ya Erziromê destpêkiribû, jiyana xwe ji dest dabûn, daxuyand.
AGAHIYÊN NASNAMEYA GERÎLAYAN
Nasnav: Harun Zagros
Nav: Mehmet Bozkurt
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê dayik-bav: Besna - Saît
Dîrok û Cihê Şehadetê : 22’ê Cotmeha 2015 / Erzirom
***
Nasnav: Şiyar Serhed
Nav: Îsmaîl Gurkan
Cihê Jidayikbûnê: Erzirom
Navê dayik-bav: Zennure - Îdrîs
Dîrok û Cihê Şehadetê: 22’ê Cotmeha 2015 / Erzirom
***
Nasnav: Armanc Qoser
Nav: Hamza Karatay
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik-bav: Hedla - Sadûn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 25’ê Cotmeha 2015 / Oremar