YPG wê mirovên nebûne 18 salî qebûl neke

YPG'ê da xuyakirin, ku di çarçoveya Peymana Cenevreyê de wê mirovên nebûne 18 salî nikaribin di nava refên YPG/YPJ'ê de cih bigirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'e diyar kir ku li gorî Peymana Cenevreyê ya ku YPG'ê pejirandiye, mirovên nebûne 18 salî wê nikaribin di nava refên YPG û YPJ'e de cih bigirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komîteya lêkolînkirina temenê leşkeriyê yê li qanûnê tê, li Kantona Cizîrê 21 endamên YPG'ê yên ku ne li gorî şertê emrê 18 salî ne tespît kiriye û dawî li wezîfeya wan aniye. Komîteya wezîfedar, ev 21 kes bi awayekî fermî radestî malbatên wan kiriye."