KCK: Pêwîst e raya giştî zanibe ku beriya hilbijartinê, roja hilbijartinê û piştî wê em ê bi berpirsyarî tevbigerin ji bo hilbijartin bi awayekî bi tendurist pêk bên em ê baldariya ji destê me bê bikin. Di aliyê me de têkildarî hilbijartinan wê ti neyênî çênebin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ji 24’ê Tîrmehê ve li hember Tevgera Azadiyê şerekî topyekûn daye destpêkirin. KCK’ê bibîr xist ku ji bo pevçûnên di encama polîtîkayên şer ên AKP’ê de derketin holê û ji bo mirinên ji ber van rû didin bisekinin hem li Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê ji bo pevçûn bisekinin bang li hikûmeta AKP’ê û wan hatiye kirin. Hevserotiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan, “Hikûmeta AKP’ê ji 24’ê Tîrmehê heta niha li hember Tevgera me ya Azadiyê şerekî topyekûn daye destpêkirin. Ji ber vê sedemê ji 24’ê Tîrmehê heta niha bi sedan leşker, polîs û bi dehan gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Di encama êrîşên polîs û leşkeran de zêdetirî sed sivîlên zarok, jin, ciwan hatin qetilkirin. Desthilatdariya AKP’ê diyar dike ku heta gerîlayek nemîne wê vî şerî bidomîne.
Ji bo pevçûnên encama polîtîkayên şer ên AKP’ê û bi van re mirinên çêdibin bên sekinandin, ji hundirê Tirkiyeyê û ji derve hem li me hem jî li hikûmeta AKP’ê banga bêçalaktiyê hate kirin. Ji ber hilbijartinên 1’ê Mijdarê ev bang zêde bibûn. Rêveberiya Tevgera me kom bû, ev bang nirxand û biryara bêçalaktiyê da. Roja biryara bêçalaktiyê hat dayîn, komkujiya Enqereyê pêk hat. Tevî vê êrîşa nemerdî jî ji bo girêdana bîranînên şehîdên komkujiya Enqereyê, ji bo bersivdayîna hesretên wan, me biryara xwe ya bêçalaktiyê domand. Ji wê rojê heta niha gerîla ti çalakiyan li dar naxe, neketiye nav ti helwesteke ku wek destwerdana xebatên hilbijartinan bê dîtin.
Hikûmeta AKP’ê piştî biryara me ya bêçalaktiyê jî bihîst, piştî îlankirinê da xuyakirin ku wê heta dawiyê şer bidomînin. Jixwe dema gerîla derbasî pozîsyona bêçalaktiyê bû jî, hikûmeta AKP’ê polîtîkayên xwe yên êrîşkar bi dawî nekir. Di serî de Colemêrg, li her derê li hember gerîla êrîş hatin pêşxistin. Niha jî li Colemêrgê bi hezaran leşkerî ve êrîşî qadên gerîla dikin. Pevçûnên ku bi rojan didomin hê jî berdewam dikin. İsrara hikûmeta AKP’ê dikare pevçûnên her kêlî bi mirina bi dehan leşkerî ve bi encam bibe derxe holê.
Hikûmeta AKP’ê wek berî 7’ê Hezîranê li navçeya Giyadîn a Agirî û li cihên din leşkeran dişîne ser gerîla, hesaban dike ku bi dehan cenazeyên leşkeran bişîne bajarê Tirkiyeyê û şovenîzmê bilind bike. Bi vê rewşê jî dixwaze êrîşan li hember HDP’ê zêde bike û di vê atmosferê de dengê xwe bilind bike. Em ji gelê xwe û raya giştî re radigihînin ku di encama êrîşên leşker û polîsan de, her kêlî nûçeyên mirina bi dehan leşkeran dikare were. AKP’e leşkeran diajo ser gerîla, dixwaze provokasyonek wiha pêk bîne. Pêwîst e gelê me û raya giştî li hember vê mijarê hişyar be, bertekên xwe deynin holê û AKP’ê ji vê polîtîkayê dûr bixin. Bila nehêlin AKP’e berî hilbijartinan bi dehan leşkeran bike qurban.
Hêzên gerîlayên me li hember van êrîşan her tim bi baldarî û bi hişyarî tevgeriyane. Lê hikûmeta AKP’ê tevî vê jî, bi israr leşkeran diajo ser gerîla. Ji ber berpirsiyartiyên me yên li hember gelên me, berî ku rewşên nayên xwestin derkevin holê em raya giştî ji destpêkê agahdar dikin.
KCK: Pêwîst e raya giştî zanibe ku beriya hilbijartinê, roja hilbijartinê û piştî wê em ê bi berpirsyarî tevbigerin ji bo hilbijartin bi awayekî bi tendurist pêk bên em ê baldariya ji destê me bê bikin.
Em bawer in ku gelê me û raya giştî wê li hember êrîşan hişyar bin; em ji niha ve ji gelê xwe û hêzên demokrasiyê re di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de serketinê dixwazin.”