Gelê Wanê ji serketina '1’ê Mijdarê’ re amade ye!

HDP li Wanê xebatên hilbijartinê didomîne. Yuksekdag a tevlî xebatên li bajêr bû bal kişand ser hevkariya AKP-DAIŞ’ê û got ku PYD gelên Tirkiyeyê diparêze.

HDP li Wanê xebatên hilbijartinê didomîne. Yuksekdag a tevlî xebatên li bajêr bû bal kişand ser hevkariya AKP-DAIŞ’ê û got ku PYD gelên Tirkiyeyê diparêze. Li bajêr Parka Dîlek Dogan û Bazara Keda Jinan hat vekirin.

Ji hilbijartina 1’ê Mijdarê re kêm roj man. Xebatên HDP’ê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê didomin. Namzetên HDP’ê yên li Wanê xebatên xwe bi coşeke mezin didomînin.

Beriya dengdayîna roja 1’ê Mijdarê û piştî wê xebatên HDP’ê yên ewlekariyê didomin. Ji bo her taxan wezîfedarkirin û perwerdeya muşahîdan didome.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a li bajêr xebatan dimeşîne, tevlî civînên gel, vekirinên komî, civînên xweser ên jinan û ziyaretên esnafan dibe.

HEVDÎTINÊN YUKSEKDAG ÊN LI BAJÊR DIDOMIN

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag tevlî vekirinên hin xizmetên ku şaredariyên Wanê temam kirine bû. Yuksekdag destpêkê tevlî vekirina parka bajêr a navê Dîlek Dogan a hefteya bihurî li Stenbolê ji aliyê polîsan ve bi giranî hat birîndarkirin û pêr jiyana xwe ji dest da li parkê hat kirin bû. Di vekirina parkê de tevî Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê, hevşaredarên navçeyan gelek kes kes amade bûn.

Yuksekdag anî ziman ku navê navê Dîlek Dogan  a ji aliyê polîsan ve li Stenbolê hat qetilkirin ku li parkê hatiye kirin ji bo jiyandina bîranîna Dogan gaveke bedew e.

PARKA DÎLEK DOGAN HAT VEKIRIN

Yuksekdag û hilbijêrên Parka Dîlek Dogan vekirin, tûra bajêr a bi 16 otobusan ku şaredariyê pêşkêşî xizmeta gel kir pêk anîn. Yuksekdag paşê tevlî vekirina Bazara Keda Jinê ya ji aliyê Şaredariya Îpekyolû ve hat avakirin bû. Yuksekdag ji aliyê jin û zarokan ve bi coş û dirûşmên, “Bijî Serok Apo” hat pêşwazîkirin.

Şaredariya Îpekyolu gelek xizmetên di nav salekê de pêk anîne bi komî vekir. Merasîmên vekirinên komî yên Yuksekdag jî tevlîbû rastî eleqeyeke zêde ya gel hat.

Yuksekdag destnîşan kir ku her dengek namûs e û soza bi şehîdan e. Yuksekdag wiha axivî: “HDP’e hebe wê Erdogan nebe serok. Bi vê re jî wê tevahî polîtîkayên li Tirkiye û Sûriyeyê di meriyetê de bi dawî bibin. Li şûna ku hikûmet PYD’ê tehdît dike, bila binêre bê wan ji bo gel çi kirine, PYD’ê çi kiriye. Li hemberî tehdîda DAIŞ’ê, gelên Tirkiyeyê parast. Ka te çi kiriye, ji derveyî piştgiriya DAIŞ’ê? Kesên dibêjin, ‘me li PYD’ê da”, "Me 2 caran lê da”, wê wiha bikevin ku careke din kes nikaribe wan ji çiravê rizgar bikin. Kesên ku çav berdan malê gel, vê carê jî çav berdane dengên wan ên bi rûmet, dixwazin bidizin. Kesên ku li Wanê çav berdan parlamenterê me yê 7'êmîn bila vê baş zanibin ku hûn ê ji wî wekîlê xwe yê bi qîmet jî bimînin.”

Yuksekdag xebatên şaredariyê nirxand û diyar kir ku Bazara Keda Jinê destpêk e, bila diyarî tevahî jinan be.

Piştî vekirinê, şaredariyê der barê xizmetên meşandine de vîdeoyek pêşkêşî gel kir.

ARTEMÊTAN

Li navçeya Artemêtan xebatên HDP’ê yên hilbijartinê didomin. Li navçeya Artemêtanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de civînên gel û ziyaret didomin. Di çarçoveya xebatan de Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer û Namzetê HDP’ê yê Wanê Lokman Ergun, Wekîla Hevşaredara Artemêtanê Nûrhayat Çelîk, rêveberên rêxistinên HDP û DBP’ê yên navçeyê tevlî civînên gel û ziyaretên esnafan ên li navçeya Artemêtanê bûn.

ERGUN: ZORBEYEKÎ ÎRADEYA GEL NAS NEKIR

Namzetê HDP’ê Lokman Ergun jî tevlî civînên gel ên li taxên Şehîd Firat û Kûrûbaş bû.

Di civînan de Ergun bi bîr xist ku hilbijartinên 1’ê Mijdarê hilbijartinên ferzkirinê ne, diyar kir ku kesên encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê neecibandine, ji vê hilbijartinê bi hêvî ne, lê wê gel di hilbijartinan de bersiva pêwîst bide wan.

ÎPEKYOLÛ

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên HDP’ê de Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Selamî Ozyaşar û Adem Geverî li navçeya navendî Îpekyolû ziyareta esnafan kirin. Nûnerên rêxistinên HDP û DBP’ê yên navçeyê, Aktîvîstên KJA’yê hevaltiya wekîlên HDP’ê kirin. Wekîl rastî eleqeyek mezin hatin, li pirsgirêkên esnafan guhdar kirin û der barê xebatên hilbijartinan de agahî parve kirin.

ELBAK

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan li Elbakê xebatên hilbijartinan didomîne, esnafên navçeyê ziyaret kir. Li Buroya Hilbijartinê ya HDP’ê, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê Senar Yeşîlirmak, Hevşaredar Îhsan Guler û Aynûr Tarhan, rêveberên HDP û DBP’ê wekîl Botan pêşwazî kirin, bi hev re yek bi yek esnafên navçeyê geriyan û ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê piştgirî xwestin. Piştî ziyaretên esnafan, heyeta HDP’ê derbasî buroyê bû. Di çarçoveya xebatên hilbijartinan de taxên bejahiyê ziyaret kirin. Ziyaret rastî eleqeyek zêde hat, Elbakiyan diyar kirin ku di hilbijartinên borî de dengê dabûn ji sedî 97,38 bû, lê wê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de bigihînin 100’î.

ERDÎŞ

HDP’e li navçeya Erdîşê jî xebatên xwe yên hilbijartinê bi tevahî leza xwe didomîne. Di çarçoveya xebatên hilbijartinan de Namzetê HDP’ê yê Wanê Zozan Yelîz Yildirim û rêveberên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Navçeyê bi hev re taxên dûrî navendê ziyaret kirin, bi gel re hatin cem hev.