Berdevkê Tevgera Goran: PDK sûc dike
Tevgera Goran da xuyakirin, ku PDK bi kirin û pêkanînên xwe re sûc dike.
Tevgera Goran da xuyakirin, ku PDK bi kirin û pêkanînên xwe re sûc dike.
Tevgera Goran nerazîbûneke tund nîşanî biryara Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî da, ku 4 wezîr ji wezîfeyê girt. Tevgera Goran diyar kir ku ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dike hiqûqî nîne û destnîşan kir ku hewl tê dayîn bi şaşîtiyê re şaşîtî bê sererastkirin.
'BIRYAR NE REWA YE'
Piştî ku Serokwezîrê Hikûmeta Herêmî Nêçirvan Barzanî 4 wezîrên ji Tevgera Goran ji wezîfeyê girt, li şûna wan çar kes hatin wezîfedarkirin. Berdevkê Tevgera Goran Mihemed Tofîq Rehîm biryara Nêçirvan Barzanî rexne kir. Tofîq Rehîm ragihand, ku ev biryar bêyî erêkirina parlamentê hatiye wergirtin û destnîşan kir, ku biryar ne rewa û ne hiqûqî ye. Mihemed Tofîq Rehîm bi vî rengî ye:
"PDK şaşîtiyê bi şaşîtiyê sererast dike. Ev yek jî bandorê li rewşa heyî dike. Gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî krîza siyasî ya di navbera partiyan de, di 3'ê Cotmehê de daket kolanan, ji krîzan Hikûmeta Herêmî bi taybetî jî PDK berpirsyar dît, li gelek navçe û bajarokan buroyên PDK'ê şewitand û dest bi boykota kar kir.
Di van xwepêşandanan de zarokekî 12 salî jî di nav de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. PDK'ê ev nerazîbûna civakê ji nedîtî ve hat û Tevgera Goran sûcdar kir. PDK pişta xwe sipart vê hincetê û roja 10'ê Cotmehê nehişt Serokê Parlamentê Dr. Yûsûf Mihemed bikeve nava hewlêrê, bi vî rengî di pratîkê de ji wezîfeya wî dûr xist.
Herî dawî Serokwezîrê Hikûmeta Herêmî Nêçirvan Barzanî li şûna 4 wezîrên ji Tevgera Goran ên ji wezîfeyê dûr xist, 4 kes wezîfedar kir."