YPG: Li Hesekê 2 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku hêzên wan bersiva êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kantonên Kobanê û Cizîrê dane û destnîşan kir ku li Hesekê 2 çete hatine kuştin û 14 mayîn hatine bidestxistin.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)'ê der barê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî kantonên Kobanê û Cizîrê bi daxuyaniyeke nivîskî agahî da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

“27’ê Cotmehê saet 09.00-10.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji başûrê bajarê Cerablûsê êrîşek pêk anîn. Çeteyan li dijî Girê Ibrê yê giredayî bajaroka Şêxler ê li başûr-rojavayê Kobanê bi fûze êrîş kirin. Di êrîşê de ti windahî çênebûn.

Di 27’ê Cotmehê  der dora saet 16.00’an çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa yê giredayî Kobanê êrîşek li dar xistin. Êrîş li dijî gundê El-Hucûh bi bomberdûmana hawanan pêş ket, hêzên me bersivên pêwîst dan çeteyan.

LI TIL HEMIS ÊRÎŞ

27’ê Cotmehê di saetên şev de çeteyên DAIŞ’ê hewl dan ku bikevin gundê Harîsa yê li başûrê bajarokê Til Hemisê. Piştî ku hêzên me bersiv dan komên çeteyan, çete neçar man ku ji qadê birevin.

Çeteyan 28’ê Cotmehê (îro) di saetên sibehê de jî li dijî heman gundî bi hawanan êrîş kirin. Hêzên me li dijî vê êrîşê jî bersivên pêwîst dane.

LI HESEKÊ 2 ÇETE HATIN KUŞTIN

27’ê Cotmehê di saetên êvarî de çeteyên DAIŞ’ê hewl dan ku li dijî gundê Mexluca yê giredayî bajarê Hesekê êrîşekê lidar bixin. Hêzên me, komên çeteyan tespît kirin û li qadê çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. 14 mayînên ku çeteyan ji bo vê êrîşê bikar bînin li gel xwe anîbûn jî, ji aliyê hêzên me ve hat desteserkirin.