Gerîlayê KCR’ê Çayan jiyana xwe ji dest da

Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku endamê koordînasyona KCR’ê gerîla Erkan Çayan (Zal Med) li herêma Kosalan a Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûye.

Koordînasyona Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku endamê koordînasyona KCR’ê gerîla Erkan Çayan (Zal Med) li Herêma Kosalan a Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.

Koordînasyona Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got;

“Di 22’ê Cotmeha 2015’an de komek ji hevalên me li ser agahiya Komeleya Ciwanên Rojhilat ji bo pêkanîna erka xwe wê derbasî herêma Kosalan a Rojhilatê Kurdistanê bibana, di dema derbasbûnê de ev koma hevalên me kete kemîna pasdarên Îranê û di encama şer û pevçûnên li vir rû dan de hevalê Erkan Çayan (Zal Med) şehîd bû.

Em ji bo malbata şehîd Erkan Çayan (Zal Med) û tevahî gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê sersaxiyê dixwazin.

Heval Zal endamê Koordînasyona Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bû û li herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê têkoşîn û xebat meşand. Şopên xebata wî li gelek herêman diyar û berçav e. Bi taybet jî herêmên weke Dalaho, Şaho, Lorîstan, Sine, Merîwan û Qendîl tevlî gelek xebat û hewldanan bûye. Her wiha Heval Zal di nava dilê gelê van herêman de jî cihekî xwe yê taybet daye çêkirin.

Di dawiyê de jî em weke Koordînasyona Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê soza em ê li ser şopa heval Zal û hemû şehîdên têkoşînê bimeşin û têkoşîna wan bi azadiya Kurdistanê tacîdar bikin didin. Her wiha em bang li ciwanên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê  dikin, tevlî nav refên gerîlan bibin, xebat û têkoşîna Rêheval Zal û hevalên wî bilind bikin.

Nasnameya Heval Zal wiha ye:

Nav: Erkan

Paşnav: Çayan

Navê Rêxistinî: Zal Med

Navê dayik û bav: Ayten, Mîrbedîn

Cih û dîroka jidayikbûnê: 1985 Erdîş-Wan

Dîroka tevlîbûnê: 2006- Qendîl

Dîroka Şehadetê: 22-10-2015, Kosalan- Rojhilatê Kurdistanê”