Ji Soçî peyama 1'ê Mijdarê

Kurdistaniyên li Soçî dijîn, di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd bi civînekê bibîr anîn û 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Soçî yê ser bi Federasyona Rûsyayê dijîn, di şexsê gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd bi civînekê bibîr anîn û 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kirin.

Di civîna li salona konferansê ya otela Soçî Jemşuşîna de, Serokê Otonomiya Çandê ya Kurd a Soçî Osman Yilmaz axivî.

 Yilmaz da xuyakirin ku gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî de ye û got, "Girîng e gelê Kurd li her cihê lê ye, êdî xwe bi rêxistin bike û xwedî li nirxên xwe derkeve. Di 1'ê Mijdarê de tevî pîrozkirina serketina Kobanê, em ê serketina HDP'ê jî pîroz bikin. Ji bo dawîanîna li polîtîkayên qirêj ên Erdogan û AKP li Kurdistanê dimeşîne, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di 1'ê Mijdarê de biçe ser sindoqan û vîna xwe nîşan bide."

Di civînê de her wiha rewşa li Rojavayê Kurdistanê, destwerdana Rûsyayê ya li Sûriyeyê û polîtîkayên AKP û Erdogan hatin nirxandin.

Civîn bi qîrîna dirûşmên ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê, bi dawî bû.