Li Elezîz, Edene û Agirî 1 jê zarok 6 kes hatin girtin
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP’ê di çarçoveya polîtîkayên şer de dimeşîne didomin. Li Elezîz, Edene û Agirî 1 jê zarok 6 kes hatin girtin
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP’ê di çarçoveya polîtîkayên şer de dimeşîne didomin. Li Elezîz, Edene û Agirî 1 jê zarok 6 kes hatin girtin
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP’ê di çarçoveya polîtîkayên şer de dimeşîne didome. Li Elezîz di serdegirtina malan de Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Navendî Ramazan Demîrel, li Edene û Agirî jî 1 jê zarok bi giştî 6 kes hatin girtin
ELEZÎZ
Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Navçeya Navendî yê Elezîz Ramazan Demîrel ê hat binçavkirin hat girtin.
Li navçeyên Qowanciyan, Dep, Miyaran û Xulaman ên Elezîz di serdagirtina malan de 13 kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Elezîz. Di nav kesên hatin binçavkirin de hevserokên HDP'ê jî hebûn.
Ji kesên hatin binçavkirin Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Navçeya Navendî Ramazan Demîrel piştî karên li midûriyeta polîsan, sewqî edliyeyê kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê ji bi îdîayên "alîkariya rêxistinê kir" û "propagandaya rêxistinê kirine" biryara girtina Demîrel da û şand Girtîgeha Tîpa D a Elezîz.
12 kesên din ên di binçavan de li midûriyeta polîsan tên girtin.
EDENE
Di çarçoveya operasyonên siyasî yên qirkirinê de pêr li Taxa Kuçuk Dîkîlî ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê, polîsan bi ser malan de girtin Cîhan Unal, Ûgûr Gunduz û kesekî ji 18 salan biçûktir M.T. piştî karên li emniyetê sewqî dozgeriyê kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê, 3 kes di bin navê, “Endamê rêxistinê ne”, “Li ser navê rêxistinê xebatan dimeşine”, “Propagandaya rêxistinê dike”, “Tevlî xwepêşendanên bê destûr bûne” û “Memûrê li ser wezîfeyê derb kirine” sewqî Dadgeha Nobedar kirin.
Ji 3 kesên ku sewqî dadgehê kirin, kesê bi navê Cihan Unal bi şertê kontrola edlî hate berdan, Ûgûr Gunduz û M.T. hatin girtin û şandin girtîgehê.
AGIRÎ
Li Agirî di saetên sibê de tîmên taybet bi ser malan de girtin û Ozan Şen, Kadîr Emre, Yûnûs Emre û Nîhal Toprak hatin binçavkirin. Piştî karên li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr Ozan Şen, Kadîr Emre û Yûnûs Emre sewqî edliyeyê kirin, hate diyarkirin ku karên Nîhat Toprak hê jî berdewam dike.
Ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê û bi îdîaya, “Endamê rêxistinê ne”, her 3 kes jî sewqî dadgehê kirin, her sê kes jî bi heman îdîayê ve hatin girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa M.