'Ji bo xilasiya ji Erdogan dengên xwe bidin HDP'ê'
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Botan bang li hemû demokrat û welatparêzan kir, ku ji bo xilasiya ji Erdogan deng bidin HDP'ê.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Botan bang li hemû demokrat û welatparêzan kir, ku ji bo xilasiya ji Erdogan deng bidin HDP'ê.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Botan bang li hemû demokrat û welatparêzan kir, ku ji bo xilasiya ji Erdogan deng bidin HDP'ê.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Serhat Botan ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê bang li welatparêz, hêzên demokratîk û sosyalîst kir.
Botan diyar kir ku gelan di 7'ê Hezîranê de bi dengên xwe yên ji bo HDP'ê re peyama jiyaneke wekhev û azad dan û got, "AKP'ê û Erdogan ê bazirgan, ev peyam hezm nekirin, ji ber ku di plana wan de ji nû ve desthilatdarî hebû."
'BI ŞER DIXWAZIN ÇAVÊ GEL BITIRSÎNIN'
Botan axaftina xwe wiha dewam kir: "Gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê nehiştin ji nû ve bibin desthilatdar. Li dijî vî dengê hevpar ê di bin sîwana HDP'ê de derket, şer dan destpêkirin. Ti aliyê xwe yê exlaqî û hiqûqî yê şerê dane destpêkirin nîne. Di 1'ê Mijdarê de wê hilbijartinên parlamentê werin kirin. Ji bo vîna gel a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derket holê bişikînin dixwazin hilbijartinê pêk bînin. Bi şerê daye destpêkirin re dixwazin çavê gel bitirsînin. Dixwazin bi vê rêyê careke din bibin desthilatdar. Lê belê em dizanin ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê wê di vê hilbijartinê de jî bersivê bidin dîktatoriya AKP'ê."
'AKP PÊŞENGIYÊ JI DAIŞ'Ê RE DIKE; JI BO AZADIYÊ DENGÊN XWE BIDIN HDP'Ê'
Botan da xuyakirin ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku AKP pêşengî û mamostetiyê ji DAIŞ'ê re dike û ev mesaj da:
"Ji ber ku gelan rûyê rast ê hikûmeta AKP'ê dîtin, wê bi ruhê 7'ê Hezîranê serketina xwe bi deh qatan zêde bikin. Divê ev hilbijartin mîna hilbijartinên bihurî neyê nirxandin. Jİ bo tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê wê hilbijartineke dîrokî be. Ji bo bûyîna hêzeke mezin a demokrasiyê wê rê veke. Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê yên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, divê biçin ser sindoqan û deng bidin HDP'ê. Ji bo xilasiya ji çeteya Erdogan, divê gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn dengê xwe bidin demokrasiyê. Ev yek ne tenê pêşeroja Tirkiyeyê wê pêşeroja Rojhilata Navîn jî diyar bike."