Artêşa Tirk li Girê Spî êrîşî çeperên YPG’ê dike
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî çeperên wan ên li Girê Spî kiriye.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê der barê êrîşên artêşa Tirk ên li hember çeperên YPG’ê de daxuyaniyek da.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: “Êrîşên Arteşa Tirk ên 24’ê Cotmehê li dijî çeperên hêzên me yên li ser xeta sînor a Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dikin.
27’ê Cotmehê (îro) derdora saet 11.00’an arteşa Tirk, çeperên hêzên me yên li rojavayê Girê Spî hedef girtiye û bi çekên giran êrîş kiriye.
27’ê Cotmehê (îro) di navbera saetên 18.15 û 18.30’an de Arteşa Tirk, bi maşîneyên zirxî yên akrep li ser xeta sînor a navenda bajara Girê Spî geriyaye û li dijî çeperên hêzên me bi çekên giran êrîş li dar xistiye. Arteşa Tirk piştî vê êrîşê derdora saet 19.30’an di xeta sînor a navenda bajer û bejahiya rojava ya Girê Spî de carek din ketiye nava tevgerê û bi çekên A-4 û MG-3 bêserûber çeperên hêzên me gulebaran kiriye.”