Li Tetwanê 5 kes hatin girtin
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji 8 kesên duh hatibûn binçavkirin, 5 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji 8 kesên duh hatibûn binçavkirin, 5 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji 8 kesên duh hatibûn binçavkirin, 5 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Duh saetên sibehê tîmên taybet li navçeya Tetwan a Bedlîsê girtin ser malan û 8 kes binçav kirin. Ji wan 5 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Kesên ku hatibûn binçavkirin, Kadîr Îlkûtlû, Mazlûm Akin, Serhat Tok, Yûnûs Kartal, Serhat Temel, Omer Soylu û du kesên ku navê wan nehat zelalkirin, piştî îfadeyên li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Tetwanê sewqî dozgeriyê kirin.
Piştî lêpirsînên dozgeriyê sewqî Hakimtiya Sûlh Ceza ya Tetwanê kirin. Kadîr Îlkûtlû, Mazlûm Akin, Serhat Tok, Yûnûs Kartal û kesekî navê wî nehat zelalkirin, bi îdîayên, “endamê rêxistinê ye”, “kelûpelên teqemeniyê li gel e”, “zerar dane mal” û “propagandaya rêxistinê kiriye” hatin girtin. Yên din jî serbest hatin berdan.
Her pênc welatiyên hatin girtin, şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Bedlîsê.