Li Şengalê ji 8’ê Cotmehê ve 100 çete hatin kuştin

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku ji 8’ê Cotmehê ve di operasyona li Geliyê Şîlo, derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistine. Hat destnîşankirin ku di pevçûnan de 100 çete hatine kuştin.

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Di operasyona ku hêzên me yên YBŞ’ê, 8’ê Cotmehê li Geliyê Şîlo destpê kirin û hêzên me yên HPG-YJA Starê piştîgirî danê, çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran xwarin û nêzî 100 çete hatin kuştin. Di vê operasyona ku çeteyan derbeyên giran xwarin zêdetirî 20 cenazeyên çeteyan û gelek kelûpelên  leşkerî û cebilxane hatin desteserkirin.

Piştî operasyona li Geliyê Şîlo ku 8’ê Cotmehê destpê kiribû, hêzên me derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê yên li navenda Şengalê jî xistin. Di vê çarçoveyê de danê êvarî saet 17.55’an li navenda Şengalê, çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran xwarin. Hejmarek mezin mirî û birîndarên çeteyan hene. Agahiyên bi detay wê paşê ji raya giştî re bên parvekirin.”