'Em deng bidin HDP'ê; xewn û xeyalên AKP'ê bitefînin'
Endamê Komîteya Zanist û Ronakbîriyê ya KCK'ê Serhat bang li gelê Serhedê kir û got, "Bi dengên xwe yên ji bo HDP'ê re demokrasî, edalet, wekehevî, biratî û yekîtiyê pêk bînin."
Endamê Komîteya Zanist û Ronakbîriyê ya KCK'ê Serhat bang li gelê Serhedê kir û got, "Bi dengên xwe yên ji bo HDP'ê re demokrasî, edalet, wekehevî, biratî û yekîtiyê pêk bînin."
Endamê Komîteya Zanist û Ronakbîriyê ya KCK'ê Serhat ji bo 'tefandina xewn û xeyalên faşîzma AKP'ê bang kir ku deng ji HDP'ê re bên dayîn. Serhat bi taybetî bang li gelê Serhedê kir û got, "Bi dengên xwe yên ji bo HDP'ê re demokrasî, edalet, wekehevî, biratî û yekîtiyê pêk bînin."
'ERDOGAN Û AKP'Ê LI HEMBERÎ CIVAKÊ DARBE KIRIN'
Endamê Komîteya Zanist û Ronakbîriyê ya KCK'ê Nûrhak Serhat, ji bo hilbijartinên 1'e Mijdarê bang li gelê Mûşê û tevahiya herêma Serhedê kir.
Serhat got, "Weke ku tê zanîn di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê vîna xw danîn holê. Li dijî faşîzm, dîktatorî û neteweperestiyê, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê alîgiriya xwe ya ji bo demokrasî, azadî û wekheviyê nîşan dan. Lê belê faşîzma AKP'ê û Erdogan ev vîna gelan nas nekir. Encamên hilbijartinê tine hesiband. Tevî vê yekê nehişt ku Meclîs ava bibe û fesih kir. Bi vê nêzîkatiyê re Erdogan û partiya wî AKP'e, li dijî civakê darbe kirin. Li ser vê yekê biryara dubarekirina hilbijartinê girtin û hilbijartin dubare dibin.
Hikûmeta AKP'ê li hemberî gel û hêzên demokrasiyê, serdestiya xwe winda kir. Ji ber vê yekê bi awayekî vekirî AKP'ê li dijî gelan û vîna gelan şer îlan kiriye. AKP'ê bi tank, top, balafir û medya xwe re êrîşî gel kir. Bi rêya çeteyên AKP'ê li hemberî alîgirên demorkasiyê û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê her şêwe êrîş hatin kirin. Li Amed, Pirsûs û herî dawî jî lİ Enqereyê êrîş hatin kirin. Di êrîşa li Enqereyê de mirovên di xeta HDP'ê de ne, gelê Kuerd, gelên Tirkiyeyê, alîgirên demorkasiyê û jiyana bi hev re hat qetilkirin. Erdogan, dewlet û hikûmeta AKP'ê ti carî vîna gel nas nake, qebûl nake û nabe alîgirê demokrasiyê."
'EM XEWN Û XEYALÊN AKP'Ê BITEFÎNIN'
Serhat da xuyakirin ku Kurdan di 7'ê Hezîranê de bi awayekî vekirî vîna xwe nîşan dan û ji ber ku AKP'ê bi vê yekê re desthilatdariya xwe winda kir, dest bi şerê topyekûn kir. Serhat got, "Bi komkujî, binçavkirin û girtinê re hewl didin gelê me teslîm bigirin. Bi hovane êrîş dikin. Ji bo desthilatdariya xwe tiştekî ku neke, nîne." Serhat axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê di 1'ê Mijdarê de hilbijartineke gelekî girîng pêk tê. Divê çarçoveyê de daxwaza me ew e ku gelê me xwedî li vîna xwe derkeve û li ser sindoqan vîna xwe nîşan bide. Divê gelê me dîktatoriya Erdogan û faşzîma AKP û dewletê di sindoqê de defin bike. Wan vîna gel nas nekirin, gel jî wê bi nenaskirina wan re nîşan bide ku alîgirê demokrasî, biratî û hevgirtinê ye. Divê gel xewn û xeyalên faşîzma AKP'ê bitefîne, ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên azadiyê, dengên xwe bide HDP'ê."
'DIVÊ EDALET Û BIRATÎ SERDEST BIBE'
Endamê Komîteya Zanistî û Ronakbîriyê ya KCK'ê Nûrhak Serhat got, "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gelê Serhedê bersiveke gelekî hêja û girîng da AKP'ê" û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Ez bawer dikim ku gelê Serhedê wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî, wê bersiva pêwîst bide AKP a dijminê gelê Kurd û dostên wan e. Vê bangê li gelê Serhedê, bi taybetî jî gelê Mûşê dikim; Di 1'ê Mijdarê de biçin ser sindoqan û vîna xwe careke din nîşan bidin. Bi dengên xwe yên jib o HDP'ê re demokrasî, edalet, wekhevî, biratî û yekîtiyê serdest bikin. Di vê çarçoveyê de ji gelê me re serketinê dixwazim."