Li navçeya Nisêbînê bi pêşengiya Şaxa KURDÎ-DER û Nûnertiya Egîtîm Sen a Nisêbînê “Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan” roja Şemiyê hatibû vekirin, li ser biryara Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî ya Mêrdînê bi hînceta “Dibistan bê destûr hatiye vekirin û xebatên lê tên meşandin bê destûr e” ji aliyê polîsan ve hate morkirin. Nûnerên KURDÎ-DER û Egîtîm Senê jî destnîşan kirin ku wan carek din dît ku zimanê wan hatiye qedexekirin û ew vê biryarê rast nabînin û nas nakin.
Li Taxa Girnawas a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê roja Şemiyê bi pêşengiya Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Nisêbînê û Nûnertiya Egîtîm Sen’ê ya Nisêbînê “Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan” vekiribûn, li ser vê yekê Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî ya Mêrdînê bi hînceta “Dibistan bê destûr hatiye vekirin û xebatên lê tên meşandin bê destûr e” biryar da û ji aliyê polîsan ve hate morkirin. Beriya polîs bên dibistanê rêveberên KURDÎ-DER, Egîtîm Sen, Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok û gelek kes amade bûn. Piştî demek kurt gelek polîs bi maşîneyên bê plaka yên zirxî hatin derdora dibistanê girtin.
ZAROK JI POLAN BI ZORÊ DERXISTIN
Polîs dema hatin ber dibistanê gef li rêveberên KURDÎ-DER û Egîtîm Sen’ê xwarin û xwest ku dibistanê vala bikin. Li gel hemû hevdîtinên rêveberan ên bi polîsan re ti encam nehatin bidestxistin û polîsan xwestin dibistanê bigirin. Zarokên ku ders li polên xwe didîtin bi zora polîsan hatin derxistin û ew şandin malê. Piştî dibistan hate valakirin, polîsan deriyê dibistanê mor kirin.
‘ME CAREK DIN DÎT KU ZIMANÊ ME QEDEXE DIKIN’
Piştî girtina dibistanê Nûnerê Egîtîm Sen’ê yê Nisêbînê Kadrî Baysal li ber dibistanê daxuyanî da. Baysal diyar kir ku wan xwestiye di pêşengiya van saziyan de perwerdeya zimanê zikmakî bidin zarokên xwe û di rêziknameya Egîtîm Sen û ya KURDÎ-DER jî her du destûr didin wan ku ji bo mafê zimanê zikmakî dibistanan vekin. Baysal da zanîn ku ji aliyê wan kesên “Em dibêjin birayê hev in” li hember zimanê dayika wan bê tehamûlî hate nîşandan û wiha got: “Me di 26’ê mehê de bi walîtiyê re hevdîtin kir û me got ku em xebatek wiha didin meşandin. Di navberê de hê du roj derbas nebû, demildest hatin dibistana me girtin. Ev girtin binpêkirina mafê mirovan û mafê perwerdeya zimanê zikmakî ye. Me îro carek din dît ku destûr nadin em bi zimanê xwe dayikê perwerdeyê bibînin. Bi biryarek jet hatin dibistana me girtin. Em vê biryara girtinê rast nabînin û nas nakin.”
‘EM BIRYARÊ NAS NAKIN’
Hevserokê KURDÎ-DER’a Nisêbînê Hîkmet Acat jî destnîşan kir ku wan xwestiyê bi vê dibistanê zarokên xwe bi zimanê dayika xwe perwerde bikin û got ku li gel ev dibistan li gorî zagonên navneteweyî ye û li walîtiyê serlêdan kirine jî dibistana wan bi biryarek sosret girtine. Acat anî ziman ku ew vê biryarê şermezar dikin û got ku ew vê biryara girtina dibistana wan nas nakin.