KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Operasyona QSD’ê ya li başûrê Hesekê li hember çeteyan didome
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li gundê Mesalîs ê dikeve rojavayê Til Birakê wesayîteke bombebarkirî rûxandin. -
Unal ê ji aliyê polîsan ve hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, ciwanê bi navê Ahmet Unal ê di protestoyên komkujiya Enqereyê de bi guleya polîsan ji zikê xwe birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. -
Li Hesekê wesayîta bomberbarkirî ya çeteyan hat rûxandin
Li gundê Mesalîs ê Hesekê hêzên QSD’ê wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan rûxandin. -
Di teqîna li Nisêbînê de zarokê bi navê Mert Gûmûş jiyana xwe ji dest da
Nasnameya kesê di teqîna li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jiyana xwe ji dest da zelal bû. Zarokê bi navê Mert Gumuş (16) ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da îro hate definkirin. -
Baroya Riha: Polîtîkaya AKP’ê ya Sûriyeyê mirinê tîne
Serokê Baroya Riha Delebe destnîşan kir ku qetilkirina du rojnamevanan encama polîtîkaya derve ya AKP’ê ye. -
Artêşa Tirk operasyon û êrîşên xwe didomîne
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku artêşa Tirk operasyonên xwe yên li herêma Oremarê didomîne. -
YPG: Êrîşên artêşa Tirk didomin
YPG'ê da xuyakirin ku êrîşên artêşa Tirk ên li ser sînorê Girê Spî didomin. YPG'ê her wiha ragihand ku di operasyonek li bajarokê Sirrînê yê Kobanê de, çeteyek hatiye kuştin. -
Bêrîtan li Bîenne hat bîranîn
Li bajarê Swîsre Bîenne, ji bo Gulnaz Karataş (Bêrîtan) merasîmek bîranînê hat lidarxistin. -
Fermandariya HPG'ê: PDK dixwaze em ji Şengalê derkevin
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê diyar kir ku PDK li hemberî hêzên gerîla yên li herêma Şengalê, helwesta xwe ya neyînî bi israr didomîne. -
Li rojavayê Şengalê şer giran e
Di çarçoveya 'Operasyona Azadkirina Geliyê Şîlo' de, ku hêzên YBŞ û YPJ'ê di 8'ê Cotmehê de dan destpêkirin û hêzên HPG û YJA Star jî destekê didin, ji duh ve li rojavayê Şengalê şerekî dijwar diqewime. -
Roja Kobanê ya Cîhanê li Adigeyê hat silavkirin
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi civînekê silav kirin. -
Di teqîna li Nisêbînê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 25 kes birîndar bûn
Li Nisêbînê, duh bi şev di marketekê de teqîneke dijwar rû da. Di encama teqînê de ciwanekî ku nasnameya wî hînê nehatiye zelalkirin, jiyana xwe ji dest da, 4 jê giran 25 kes birîndar bûn. -
Li Başûrê Hesekê 12 gund ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di operasyona xwe ya li başûrê Hesekê de 12 gund ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Kerkûkî: Kobanê kela rûmeta mirovahiyê ye
Kerkûkî: Kobanê kela rûmeta mirovahiyê ye. Divê her kes tevlî xebatên ji nû ve avakirina kela rûmetê bibin. -
Li Geverê tîmên taybet êrîşî gel kirin
Tîmên taybet bi dehan wesayîtên zirxî hewl dan li navçeya Gever a Colemêrgê bikevin taxan, rasterast gel gulebaran kirin. -
Polîsan li Panosê wesayît gulebaran kirin
Li Panosê polîsan wesayîtek ku tê de 5 kes hebûn gulebaran kirin. Di gulebaranê de ciwanê bi navê Vehbî Bogurcu birîndar bû, 4 kesên di wesayîtê de jî hatin binçavkirin. -
Polîsan li Amedê êrîşî girseyê kir
Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş bir ser girseya ku li ber avahiya HDP’ê ya Amedê encamên hilbijartinan dişopîne. -
Li Motkî di sindoqa 29 hilbijêrî de 45 deng derketin
Li gundê Ustyayla yê girêdayî navçeya Motkî ya Bedlîsê di sindoqa hejmar 1078 a 29 hilbijêrî de 45 deng derketin. -
Polîsan li Cizîrê êrîşî gel kir
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan bi bombeyên gazê êrîş bir ser gelê ku li hember îxtîmala diziya dengan li gel wesayîta ku deng dibirin edliyeyê diçûn. -
Eşme hevparbûna Kurd û Tirk erê kir
Taxa Eşme ya girêdayî navçeya Bêrecûk a Riha hevparbûna Kurd û Tirk a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wek “ Ruhê Eşme” bi nav kir, erê kir. Li Taxa Eşme HDP’ê 145 deng girt û AKP’ê ji 31 deng girt. -
HDP’ê li gunde Şikefta ê Êlihê rekor şkand
Li gundê Şikefta yê Êlihê jimartina dengan bi dawî bû. -
Li Wanê ji sedî 10’ê sindoqan vebûn: HDP %79
Li Wanê ji sedî 10’ê sindoqan vebûn. Di sindoqan de HDP’ê ji sedî 79 deng girt. -
Li Agiriyê li ber dibistanan wesayîtên bê plaqe hatine bicihkirin
Li Agiriyê li ber gelek dibistanan wesayîtên bê plaqe hatine bicihkirin. Muşahîdên HDP’yî jî bi hinceta ‘ewlekariyê’ ji aliyê polîs û tîmên taybet ve ji dibistanan hatin dûrxistin. -
Balûken: Ji vê kêliyê û pê ve divê xwedî li sindoqan bê derketin, pîrozbahî neyên kirin
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken, piştî bidawîbûna dengdayînê bang li gelê Amedê û tevahiya Kurdistanê kir. Balûken got, "Ji vê kêliyê û pê ve ya divê were kirin, xwedîderketina li sindoqan e." -
Operasyon û êrîşên artêşa Tirk didomin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, diyar kir ku operasyonên artêşa Tirk li Amed û Dêrsimê dane destpêkirin didomin.