Polîsan li Cizîrê êrîşî gel kir
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan bi bombeyên gazê êrîş bir ser gelê ku li hember îxtîmala diziya dengan li gel wesayîta ku deng dibirin edliyeyê diçûn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan bi bombeyên gazê êrîş bir ser gelê ku li hember îxtîmala diziya dengan li gel wesayîta ku deng dibirin edliyeyê diçûn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan bi bombeyên gazê êrîş bir ser gelê ku li hember îxtîmala diziya dengan li gel wesayîta ku deng dibirin edliyeyê diçûn. Li Silopiyayê jî gel li derdora wesayîta ku deng dibir dîwareke ji mirovan çêkir û xwedî li dengên xwe derket.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan bi bombeyên gazê êrîş bir ser gelê ku li hember îxtîmala diziya dengan li gel wesayîta ku deng dibirin edliyeyê bi wesayîtên diçûn. Hin kes jî bi motorsîkletên xwe li gel wesayîta dengan çûn. Li Taxa Nûr ji polîsan bi bombeyên gazê êrîş bi ser welatiyên ku li gel wesayîta dengan diçûn.
Ji ber li Taxa Nûr sindoq hatibûn veguhastin tenê li Dibistana Metîn Bostancioglû û Lîseya Anadolû ya Ataturk a Cizîrê dengên hatin bikaranîn 15 hezar bûn, ev bi wesayîtekê bi polîsan re birin edliyeyê. Li hember diziya dengan, bi sedan kes bi dengan re ketin nav tevgerê, li hember êrîşên polîsan ên Cadeya Yafesê, bi dirûşmên, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bersiv hat dayin.
Tevî ku êrîşên zêde yên bombeyên gazê hebûn jî welatiyan heta edliyeyê li gel wesayîta dengan çûn.
Li navçeya Silopiyayê ku bikaranîna dengan zêde ye, welatî piştî dengdayînê li hewşa dibistanê li benda dengan man. Piştî jimartina dengan, deng bi çavdêriya welatiyan û polîsan bi wesayîta Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê diyar kiribû veguhastin Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê. Silopiyiyan li derdora wesayîtê bedena xwe kirin dîwar û dirûşma, “Em bi berxwedanê bi ser kevin” gotin.