Balûken diyar kir ku di bernameya wan de ti pîrozbahî nîne û hişyarî da ku lidarxistin pîrozbahiyan wê firsendê bide dizekên dengan.
Li Amedê û gelemperiya Kurdistanê dengdayîn ji saet 16:00 û pê ve bi dawî bû. Wê êdî jimartina dengan destpê bike. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken ji bo parastina sindoqan û pêkneanîna pîrozbahiyan, bi rêya ANF'ê bang li gel kir.
'WEZÎFEYA ME YA JI NIHA Û PÊ VE PARASTINA SINDOQAN E'
Balûken da xuyakirin ku hejmara tevlîbûna li hilbijartinê li Amed û tevahiya Kurdistanê gelekî bilind e û got, "Li dijî hikûmeta şer û darbeyê, gelê me wezîfeyek mezin bi cih anî. Di asteke dîrokî de tevlî bû."
Balûkan anî ziman ku ya ji niha û pê ve were kirin ewlekariya sindoqan e û ev hişyarî da: "Ji bo di jimartina dengan de pirsgirêk û hin kêmasî dernekevin, em bang li gelê xwe dikin ku bi hişyarî û berpirsyarî tevbigere. Hevalên me yên muşahîd û li ser sindoqan wezîfedar wê hebin, lê belê mafê her welatî heye ku xwedî li dengê xwe derkeve. Şopandina jimartina dengan wê pêşî li xespkirina vîna gel bigire. Di dema veguhastin û radestkirina raporên fermî ji edliyeyê re, divê her kes hişyar û berpirsyar be. Di vî warî de me hişyariyên pêwîst li hevalên xwe yên li ser sindoqan wezîfedar û muşahîdan kir. Di wesayîtên sindoq pê werin veguhastin de divê ji sedî sed hevalekî me amade be. Ji rapora bi îmzeya orjînal heta radestkirina kîsên ji dengan ji bo deverên pêwendîdar, girîng ev pêvajo ji her alî ve bê şopandin û valahiyeke biçûk jî dernekeve holê."
Balûken anî ziman ku heta vê saetê ev pêvajo bi dîsîplîneke mezin bi rê ve birine û got: “Ji vê saetê û şûn ve jî bi dîsîplîneke mezin parastina dengan deynê stûyê me ye. Gelê me wezîfeya xwe anî cih. Ji niha û şûn ve têkildarî parastina hemû dengan wezîfeyeke girîng li pêşiya me ye.”
‘TEQEZ WÊ TI PÎROZBAHÎ ÇÊNEBIN’
Balûken wiha got: “Der barê pîrozbahiyê de ti bernameyên me yên pîrozbahiyê tinene. Îsal, berevajî salên din wê ti bernameyên me yên pîrozbahiyê jî çênebin.” Balûken axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku me bi sedan canê xwe winda kirine, şîna wan heye, hê li gelek devaran konê me yên şînê hene. Em ê wiha tevbigerin ku bila ti sî nekeve ser şînên van hevalên me. Wê pîrozbahiyên komî çênebin, bernameyek me yê wiha tineye, ji roja yekemîn ve, eger piştî encam hatin aşkerakirin û gelê me dest ji sindoqan berde, derkeve kolanan wê demê wê rûn di nanê dizan bide, dizên ku dixwazin encamê hilbijartinan biguherin!”
Balûken xwest bila gel nekeve nav ti helwestên pîrozbahiyê û wiha dom kir: “Heta dawiyê, heta encamên fermî bên aşkerekirin bila ti kes bi ti awayî tedbîrên xwe ji dest bernedin.” Balûken bi bîr xist ku bi serxeşiya serketinê ve valatiyên çêdibin pergal bi xwe tijî dike û wiha axivî: “Ji ber van valatiyan jî îradeya gelên me tê gaspkirin. Divê em destûrê nedin vê rewşê.”