YPG: Êrîşên artêşa Tirk didomin

YPG'ê da xuyakirin ku êrîşên artêşa Tirk ên li ser sînorê Girê Spî didomin. YPG'ê her wiha ragihand ku di operasyonek li bajarokê Sirrînê yê Kobanê de, çeteyek hatiye kuştin.

YPG'ê da xuyakirin ku êrîşên artêşa Tirk ên li ser sînorê Girê Spî didomin. YPG'ê her wiha ragihand ku di operasyonek li bajarokê Sirrînê yê Kobanê de, çeteyek hatiye kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser êrîşên dawî yên artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn:

"Êrîşên artêşa Tirk ên ku di 24’ê Cotmehê de li dijî çeperên hêzên me yên li ser xeta sînor a Kobanê dabûn destpêkirin dewam dikin.

1'ê Mijdarê saetên di navbera 01.00 û 02.00 de artêşa Tirk li dijî rojavayê Girê Spî bi çekên giran ên A4 bêserûber gulê reşandin. Artêşa Tirk heman rojê saet di 18.30 de jî nuqteya Zeytûna ya li rojavayê Girê Spî bi çekên giran ên A4 gulebaran kiriye. Êrîşên artêşa Tirk heta saet 23.00 bênavber, heta saet 02.00 ê 2 Mijdarê jî bi navber berdewam kiriye."

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê her wiha ragihand ku di 1'ê Mijdarê de hêzên YPG/YPJ'ê li başûrê bajarokê Sirîn ê Kantona Kobanê operasyonek lidar xistin. YPG'ê diyar kir ku di vê operasyonê de çeteyên amadekariya êrîşê dikirin hedef hatin girtin û çeteyek hatiye kuştin.