Eşme hevparbûna Kurd û Tirk erê kir

Taxa Eşme ya girêdayî navçeya Bêrecûk a Riha hevparbûna Kurd û Tirk a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wek “ Ruhê Eşme” bi nav kir, erê kir. Li Taxa Eşme HDP’ê 145 deng girt û AKP’ê ji 31 deng girt.

Taxa Eşme ya girêdayî navçeya Bêrecûk a Riha hevparbûna Kurd û Tirk a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wek “ Ruhê Eşme” bi nav kir  erê kir. Li Taxa Eşme HDP’ê 145 deng girt û AKP’ê ji 31 deng girt.

Piştî dorpêça çeteyên DAIŞ’ê, 22’ê Sibata 2015’an bi destûra Kantona Kobanê û bi alîkariya hêzên YPG/YPJ’e ve Tirba Şah Suleyman ji gundê Qereqozak rakirin gundekî rojavayê bajêr, gundê Eşme. Têkîldarî van pêşketinan, Ocalan ev hevparbûna Kurd û Tirk, wek “Ruhê Eşme” nirxandibû. Îro Taxa Eşme ya Bêrecûk ku di nav wê û Eşmeya Kobanê de sînor hatin kişandin, îro gotin “dîsa aştî” û li ser sindoqan deng dan HDP’ê. Bi vê ve girêdayî deng dan pênaseya “Ruhê Eşme” jî.

Encama sindoqa Hejmar 1015 wiha ye:  

HDP: 145

AKP: 31

MHP: 2

CHP: 11

Serbixwe: 2

BBP: 1

Dengên hatin betalkirin: 5