Unal ê ji aliyê polîsan ve hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, ciwanê bi navê Ahmet Unal ê di protestoyên komkujiya Enqereyê de bi guleya polîsan ji zikê xwe birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, ciwanê bi navê Ahmet Unal ê di protestoyên komkujiya Enqereyê de bi guleya polîsan ji zikê xwe birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, ciwanê bi navê Ahmet Unal ê di protestoyên komkujiya Enqereyê de bi guleya polîsan ji zikê xwe birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. Ahmet Unal ê li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Li Qoserê êvara 18’ê Cotmehê ku komkujiya Enqereyê dihat protestokirin polîsan bi guleyên rastî êrîşî gel kirin. Di êrîşa polîsan de Omer Sertkaya ji lingê xwe, Ahmet Unal jî ji zikê xwe bi giranî birîndar bibû.
Unal piştî mudaxeleya yekemîn a li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Unal îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Unal piştî otopsiyê ji bo definkirinê wê bibin Qoserê.