Bêrîtan li Bîenne hat bîranîn

Li bajarê Swîsre Bîenne, ji bo Gulnaz Karataş (Bêrîtan) merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Li bajarê Swîsre Bîenne, ji bo Gulnaz Karataş (Bêrîtan) merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Merasîm bi beşdariya gelek kesan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bîenne pêk hat. Di axaftinên li bîranînê de bal hat kişandin ser girîngiya Karataş ji bo jinên Kurd û tevahiya dîroka Kurdistanê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir û rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin.

Merasîma bîranînê piştî axaftinan bi belavkirina aşûreyê bi dawî bû.

...