Li Nisêbînê, duh bi şev di marketekê de teqîneke dijwar rû da. Di encama teqînê de ciwanekî ku nasnameya wî hînê nehatiye zelalkirin, jiyana xwe ji dest da, 4 jê giran 25 kes birîndar bûn.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê duh bi şev li marketa li ser kolana Sakaryayê ya taxa Selahattîn Eyubî ye teqîneqeke nayê zanîn ji ber çi qewimî pêk hat û welatiyek jiyan xwe ji dest da. Teqînê bandor li kargehên derdorê jî kir û xesarek mezin pêk hat. Ji ber teqînê tevahiya marketê şewitî û agir bi avahiya li ser marketê jî ket.
Piştî demek kin ekîbên agirkujiyê yên Nisêbînê hatin cihê bûyerê mudaxeleyî şewatê kir. Her wiha piştî teqînê gelek polîs û maşîneyên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li ser mezinbûna agir gelek ekîbên agirkujiyê ji navenda Mêrdînê hatin alîkariyê û ketin nav xebatên vemirandina şewatê. Maşîneyên agirkujiyê ji aliyekî ve agir vemirandin û ji aliyekî ve jî welatiyên di avahiyê de asê mabûn, tehliye kirin.
Bi hezaran welatiyên taxê jî herikîn cihê bûyerê û ji bo rizgarkirina welatiyên li avahiyê asê mabûn, alîkarî da ekîbên tenduristiyê û agirkujiyê. Di encama hewldanên ekîbên agirkujiyê û welatiyan de welatiyên asê mabûn hatin rizgarkirin. Di teqînê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û 25 welatî jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û xizmên wan jî herîkin ber nexweşxaneyê. Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok jî cihê teqînê hate ber nexweşxaneyê. Ji 25 welatiyên birîndar Mehmet Emîn Kazan (35), Emîne Vural (33), Îvan Herem (30) û Zekî Muhammed sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin. Hate hînbûn ku talûkeya wan a jiyanî nîne.
Welatiyên ji ber şewat û dumanê birîndar bûn navê wan wiha ye: "Mehmet Alî Kazan (30), Hatice Kazan (16), Mehmet Kazan (42), Halîme Kazan (15), Bêrîvan Kazan (12), Hasan Kazan (28), Habîp Kazan (29), Latife Aş (61), Abdulazîz Aş (66), Aziz Bedirhan Aş (5), Hasan Dunar (16), Cengîzhan Alpar (21), Mazlum Dag (24), Abbas Çakir (21), Rêzan Agirman (25), Îmran Kardaş (34), Mahmut Vural (2), M. Can Erakatay (17) û Mehmet Başak (41)."
Li aliyê din canazeyê welatiyê ji ber şewatê nehat nasîn. Piştî otopsiya cihê bûyerê ew rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.