Kerkûkî: Kobanê kela rûmeta mirovahiyê ye

Kerkûkî: Kobanê kela rûmeta mirovahiyê ye. Divê her kes tevlî xebatên ji nû ve avakirina kela rûmetê bibin.

Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê Tevgera Azadî li Kerkûkê semînerek lidar xist. Ji rêveberên Tevgera Azadî Huseyî Kerkûkî û Kerkûkiyên beşdar li semînerê peyivîn û gotin, "Kobanê kela rûmeta mirovahiyê ye. Divê her kes tevlî xebatên ji nû ve avakirina kela rûmetê bibin."

Endamê Desteya Navendî ya Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî bal kişand ser têkoşîna şervanên YPG û YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê û got, "Bi vê berxwedanê re ji Afganîstanê heta Awûstûralya û Latîn Amerîkayê li her cihî gel daketin kolanan û ev berxwedana dîrokî silav kirin. Neketina Kobanê tê wateya neketina tevahiya erdnîgariya Kurdistanê."

'KOBANÊ RÛMETA MIROVAHIYÊ PARAST'

Huseyîn Kerkûkê bi bîranîna cangoriyên berxwedana Kobanê re dest bi axaftina xwe kir û got, "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi berxwedana bi heybet a şervanên YPG/YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê derket holê. Ez hemû şervanên azadiyê yên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê ji bo rûmeta mirovahiyê li ber xwe dan û şehîd ketin, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Berxwedana Kobanê ya li dijî zilmê bu sedem ku ji Afganîstanê heta Awûstûralya û Latîn Amerîkayê li her cihî gel dakevin kolanan û li dijî faşîzmê li ber xwe bidin."

Kerkûkî da zanîn ku berxwedana Kobanê ji aliyê yekîtiya neteweyî ya Kurdan ve pêşketinên gelekî girîng derxistiye holê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Vê berxwedanê bi taybetî bandor li Kurdan kir. Bakurê Kurdistanê ji roja destpêkê ya êrîşan heta roja serketinê li ser sînorê Kobanê destek da û li cem Kobanê cih girt. Heman tişt ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî derbasdar e. Ji Başûrê Kurdistanê çûyîna pêşmergeyan ber bi wê derê ve, hêja bû. Dîsa ji Rojhilatê Kurdistanê gelek mirov çûn Kobanê, şer kirin û şehîd ketin. Ji ber vê yekê berxwedana Kobanê tevî ku bandor li tevahiya gelên cîhanê kir, li ser navê netewebûyînê bandoreke girîng di nava Kurdan de afirand."

'KOBANÊ NEKET, PLAN JI HEV HATIN XISTIN'

Huseyîn Kerkûkî da zanîn ku di encama planeke mezin de berê çeteyên DAIŞ'ê dane Kobanê û got, "Eger çeteyên DAIŞ'ê Kobanê têk bibira, di serî de Kantonên Rojava û Başûrê Kurdistanê wê êrîş li tevahiya Kurdistanê bikira.

DAIŞ'ê plan dikir ku bi dagirkirina Kobanê re sînorên xwe yên bi Tirkiyeyê re bigihîne hev, ji wê derê jî bi her alî ve destekê bigirin û êrîşî parçeyên din ên Kurdistanê bike. Bi taybetî Başûrê Kurdistanê ji bo DAIŞ'ê herêmeke gelekî stratejîk bû. Gotina 'li ber ketinê ye' ya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li ser vê planê pêk hat."

KOBANÊ KELA RÛMETÊ YA KURDAN E

Kerkûkiyên tevlî semînerê bûn dan xuyakirin ku Kobanê kela rûmetê ya gelê Kurd e û bang li her kesî kirin ku tevlî parastin û ji nû ve avakirina Kobanê bibin.

Hero Nûrî diyar kir ku Kobanê ji bo tevahiya mirovahiyê li ber xwe da, bi ser ket û got, "Ji ber vê yekê her kesê ji xwe re dibêje 'mirov im' divê tevlî pêvajoya parastin û ji nû ve avakirina Kobanê bibe. Divê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi awayekî fermî li Başûrê Kurdistanê were pîrozkirin. Ji ber ku Kobanê weke kela rûmetê ya gelê Kurd cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt."

Heval Mevlût jî got, "Ez hemû lehengên di berxwedana Kobanê de şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînim" û destnîşan kir ku berxwedana Kobanê di sedsala 21'an de ji bo çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê serketineke mezin a mirovahiyê ye.

Aram Îbrahîm Ahmet jî ragihand ku 1'ê Mijdarê ji bo Kurdan êdî rojeke pîroz e û got, "Eger Kobanê têk biçûya, wê parçeyên din ên Kurdistanê bi xeteriyeke gelekî mezintir re rû bi rû bima û çeteyên DAIŞ'ê wê hovîtiya xwe ya li Şengalê nîşan da, li tevahiya Kurdistanê belav bikira. Eger Kobanê têk biçûya wê êrîşên mezintir li hemberî Kerkûkê bihata kirin. Eger îro qala dibetiya têkçûna DAIŞ'ê tê kirin, berxwedana Kobanê di vir de rola diyarker lîstiye."

...