Di teqîna li Nisêbînê de zarokê bi navê Mert Gûmûş jiyana xwe ji dest da
Nasnameya kesê di teqîna li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jiyana xwe ji dest da zelal bû. Zarokê bi navê Mert Gumuş (16) ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da îro hate definkirin.
Nasnameya kesê di teqîna li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jiyana xwe ji dest da zelal bû. Zarokê bi navê Mert Gumuş (16) ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da îro hate definkirin.
Nasnameya kesê di teqîna li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jiyana xwe ji dest da zelal bû. Zarokê bi navê Mert Gûmûş (16) ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da îro hate definkirin. Welatiyên di teqînê de birîndar bûne jî li nexweşxaneyên cuda tên dermankirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî ku duh li Taxa Selahaddîn Eyubî li ser Kolana Sakarya di hundirê marketa Ozkazan de teqînek mezin rû da û bû encama windahiyek mezin a can û maddî. Hate zanîn ku kesê di teqînê de jiyana xwe ji dest daye zarokê bi navê Mert Gûmûş ê 16 salî ye. Cenazeyê Gûmûş, piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ya Amedê anîn Nisêbînê û li Goristina Hecacan ji aliyê xizm û hevalên xwe ve hate definkirin.
Heta niha hê jî sedema bûyerê zelal nebûye û ji nîşaneyan xuya dibe ku teqîn li hundir pêk hatiye.
Ji saetên sibehê ve lêkolîna komên polîsan berdewam dike. Hate diyarkirin ku di teqînê de ziyana maddî jî gelek mezin e. Li gel marketê di avahiyê de jî ziyanek mezin çêbû.
Welatiyê bi navê Mufîd Erakatay ê mala wî li ser marketê ye jî diyar kir ku teqîn saet derdora 21.10’an de rû daye û got ku ew nizane teqîn ji ber çi pêk hatiye.
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, parlamenterê DEP’ê yê berê Alî Yîgît, rêveberên HDP û DBP’ê yên Nisêbînê jî ji bo agahî girtinê hatin cihê bûyerê.