Roja Kobanê ya Cîhanê li Adigeyê hat silavkirin

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi civînekê silav kirin.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Navenda Çanda Agirî bi civînekê silav kirin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên berxwedana Kobanê destpê kir. Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Agirî Feyzo Huseyîn li vir eyivî û got, "Kobanê mînaka dawî ya lehengiya gelê Kurdistanê ye."

Huseyîn diyar kir ku xewn û xeyalên mêtîngeran a ji bo têkbirina Kurdan li Kobanê, bi berxwedana bi rûmet a gelê Kurd ji holê hatiye rakirin û got, "Gelê me xeyalên hêzên mêtînger û faşîst, bi azadiya Kobanê re têk bir. Berxwedana Kobanê ne tenê berxwedana bajarekî ye, berxwedana têkoşîna gelekî ya ji bo jiyaneke bi rûmet e. Gelê Kurd bi vê berxwedanê re navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsand. Ji ber vê yekê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek deverên cîhanê bi çalakiyan tê pîrozkirin. Ji ber ku Kobanê navê serketina berxwedana li dijî zilm, zordarî, bêdaletî û mêtîngeriyê ye. Ez hemû şehîdên me yên giranbuha yên ku Roja Kobanê ya Cîhanê diyarî me kirine, bi rêzdarî bibîr tînim."

Piştre beşdarên civînê hest û nêrînên xwe li ser rojê anîn ziman û civîn bi dawî bû.

...