Li Başûrê Hesekê 12 gund ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di operasyona xwe ya li başûrê Hesekê de 12 gund ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di 1'ê Mijdarê saet 03.00 de ji aliyê bajarokê Til Berak operasyona Hêzên Suriyeya Demokratîk destp êkir û di encamê de gundê Xirbetla ya mezin ku 10 KM li başûrrojavayê Til Berak e, saet di 10.00 de gundê Xirbetlê yê biçûk, saet di 15.00 de gundê Reyis hatin rizgarkirin. Di encamê de qadeke 15 KM’an hat rizgarkirin.
Dîsa îro li aliyê bajarê Hesekê jî HSD'ê ket operesyonê û di encamê de heya seatên nîvro 9 gund hatin rizgarkirin.
Çeteyên DAIŞ`ê heya niha bi şewitandina lastîk û lûleyên petrolê dumana reş derdixin ku balafirên keşifê cihên wan keşif nekin.