Artêşa Tirk operasyon û êrîşên xwe didomîne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku artêşa Tirk operasyonên xwe yên li herêma Oremarê didomîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku artêşa Tirk operasyonên xwe yên li herêma Oremarê didomîne.

HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li herêma Avaşînê bersiv dane êrîşan û li Dêrsimê jî gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.

OPERASYONA LI OREMARÊ DEWAM DIKE

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser operasyon û êrîşên artêşa Tirk ên li Kurdistanê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê da zanîn ku operasyona artêşa Tirk a li herêmên Oremar û Bînbîr ên navçeya Colemêrg Geverê dewam dike.

HÊZÊN GERÎLA BERSIV DAN ÊRÎŞA LI AVAŞÎNÊ

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êvara 1'ê Mijdarê saet di navbera 19:30-21:30 de artêşa Tirk bi helîkopterên bi tîpa Kobra gule li qada Şehîd Rahîme ya li herêma Avaşînê reşandiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "1'ê Mijdarê saet di navbera 21:30-22:00 de qereqola Oremarê obus û hawan avêtiye qada Şehîd Rahîme û Şehîd Gafûr. Roja 2'ê Mijdarê saet di navbera 03:00-11:00 de li herêma Avaşînê bi pêgerên hewayî yên bêmirov ve keşif kiriye. 1'ê Mijdarê saet di 20:00 de li hemberî êrîşa bi çekên giran a qereqola Bêzok a li herêma Avaşînê, hêzên me yên gerîla çalakiya bersivdayînê pêk anîne. Di encama lêdanên xurt de artêşa Tirk kuştî û birîndar da, lê encam nehatiye zelalkirin. Qereqola Bêzokê dûre bi çekên giran gule li derdora xwe reşandiye."

LI DÊRSIMÊ GERÎLAYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser operasyona li Dêrsimê jî agahî da û got, "Di 31'ê Cotmehê saet di 15:00 de li qada gundê Rojmekê, komeke ji gerîlayên me yên diçûn wezîfeyê, ket kemîna artêşa Tirk. Gerîlayên me yên bi kemînê hesiyan, li hemberî leşkeran şer kirin û di vî şerî de gerîlayekî me şehîd ketiye. Piştî vî şerî helîkopterên bi tîpa Kobra gule li herêmê reşandine. Agahiyên nasnameya hevalê me yê şehîd, wê piştre were aşkerakirin."

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ DIDOMIN

Li gorî daxuyaniyê: "roja 2'ê Mijdarê (îro) saet di navbera 04:00-05:00 de li herêman Zapê, saet di navbera 06:00-11:00 de li herêma Metîna bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin.

1'ê Mijdarê saet di navbera 15:00-16:00 de balafirên şer li ser herêmên Qendîl û Xakurkê geriyan.

1'ê Mijdarê saet di navbera 13:00-14:00 de qereqola Êrîş a li ser sînorê herêma Zapê ye; bombeyên mîsketê li herêma Xeregolê barand."