Baroya Riha: Polîtîkaya AKP’ê ya Sûriyeyê mirinê tîne

Serokê Baroya Riha Delebe destnîşan kir ku qetilkirina du rojnamevanan encama polîtîkaya derve ya AKP’ê ye.

Serokê Baroya Riha Delebe destnîşan kir ku qetilkirina du rojnamevanan encama polîtîkaya derve ya AKP’ê ye.

Serokê Baroya Riha Hîkmet Delebe têkildarî qetilkirina du rojnamevanên Sûriyeyî yên 30’ê Cotmehê ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hatin qetilkirin daxuyanî da.

‘AKP’Ê LI SÛRIYEYÊ NE AV BENZÎN BI KAR ANÎ!’

Delebe diyakir ku piştî komkujiya Pirsûsê yek ji bûyera herî mezin a Riha hejand înfazkirina du rojnamevanên Sûriyeyî yên ji aliyê DAIŞ’ê hatin qetilkirin e. Delebe axaftina xwe wiha dewam kir; “Ev rojnamevan dema wezîfeya xwe dikirin bi hovîtî hatin qetilkirin. Eger fail ji Sûriyeyê tên li Riha înfazê dikin û cardin vedigerin, di vir de kêmasiyek pir cidî ya ewlekariyê heye. Di rastiyê de ji despêkê ve polîtikaya desthilatdariya siyasî ya têkildarî Sûriyeyê şaş bû, ji ber li şûna avê li agirê Sûriye bike mixabin benzîn pê dakir û rola xwe anî asta herî jor.”

‘EWLEHIYA CANÊ GEL TÊ NÎQAŞKIRIN’

Delebe bi bîr xist ku ev 4 sal in li Sûriyeyê mirov tên qetilkirin. Delebe wiha axivî: “Mirov di nav agir de dijîn. Lê mudaxeleya Tirkiye, sewqiyata cidî ya çekan, bê ka Tirkiye di polîtîkaya derve de hatiye çi astê radixe ber çavan.” Delebe axaftina xwe wiha domand: “Mixabin, Tirkiye niha êşên encamên polîtîkayên çewt ên derve dikişîne. Li herêmê tirsek tê jiyîn. Ji ber ku êdî ewlehiya canê gel ketiye nîqaşê.”

Serokê Baroya Rihayê Hîkmet Delebe banga berpirsiyariyê li rayedarên dewletê kir.