Polîsan li Panosê wesayît gulebaran kirin
Li Panosê polîsan wesayîtek ku tê de 5 kes hebûn gulebaran kirin. Di gulebaranê de ciwanê bi navê Vehbî Bogurcu birîndar bû, 4 kesên di wesayîtê de jî hatin binçavkirin.

Li navçeya Panos a Agiriyê, wesayîtek li ser reya Milazgîrê bi îdîaya ku hişyariya "raweste" guhdar nekiriye, ji aliyê polîsan ve hate gulebarankirin. Di êrîşê de ciwanê bi navê Vehbî Bogurcu birîndar bû. Bogurcu rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Her wiha 4 kesên di wesayîtê de ku navê wan nehat zanîn, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.