Li Geverê tîmên taybet êrîşî gel kirin
Tîmên taybet bi dehan wesayîtên zirxî hewl dan li navçeya Gever a Colemêrgê bikevin taxan, rasterast gel gulebaran kirin.

Berî hilbijartinên 1’ê Mijdarê tîmên taybet gelek caran êrîşî navçeya Gever a Colemêrgê kirin, dema encamên hilbijartinan zelal bûn jî bi dehan wesayîtên zirxî ve taxên Orman, Eskî Kişla, Mezarlik û Yeşîldere dorpêç kirin. Wesayîtên zirxî yên li milê navenda Sûkê û Şemzînanê rasterast tax gulebaran kirin, li hember êrîşa tîmên taybet gel derket kolanan û li ber xwe da.
Li taxan cih cih pevçûn diqewimin, êrîş her diçin dijwartir dibin. Gel bi tilîlî, dirûşme û bi çalakiyên dengderxistinê li hember êrîşan bertekên xwe nîşan dide. Ketina navenda navçeyê jî ji aliyê wesayîtên zirxî ve bi temamî ji trafîqê re hatiye girtin.