Fermandariya HPG'ê: PDK dixwaze em ji Şengalê derkevin
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê diyar kir ku PDK li hemberî hêzên gerîla yên li herêma Şengalê, helwesta xwe ya neyînî bi israr didomîne.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê diyar kir ku PDK li hemberî hêzên gerîla yên li herêma Şengalê, helwesta xwe ya neyînî bi israr didomîne.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê diyar kir ku PDK li hemberî hêzên gerîla yên li herêma Şengalê, helwesta xwe ya neyînî bi israr didomîne.
HPG'ê da xuyakirin ku azadkirina Şengalê wezîfeyeke neteweyî ye û bang li hemû hêzên li herêmê kir, ku bi berpirsyariya xwe rabin.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûn nîşanî nêzîkatiya neyînî ya PDK'ê ya li hemberî hêzên gerîla yên li herêmê da. HPG'ê bibîr xist ku ew bi YBŞ'ê re bi fedekariyeke mezin gelê Şengalê diparêzin û destnîşan kir, ku wan ji azadkirina gelek herêman re pêşengî kirine.
PDK TEVLÎ OPERASYONA GELIYÊ ŞÎLO NEBÛ
HPG'ê got, "Ji bo azadiya Şengalê û gelê me, çi pêwîst be em amade ne bikin" û ev xal destnîşan kir: "Ji bo azadiya Şengalê ku wezîfeya me ya dîrokî ye, me beriya demekê dest bi operasyona rizgarkirina Geliyê Şîlo kir û derbên giran li çeteyan dan. Bi qasî 100 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Dema me dest bi perasyona Geliyê Şîlo kir, me agahî da hemû hêzên Kurdistanî. Lê belê ji bo vê operasyonê bersiveke erênî nedan. Ji ber vê yekê me jî bi hêza xwe Geliyê Şîlo azad kir. Bi vê pêngavê re bendewariya azadkirina herêmê û tevahiya Şengalê di nava gelê me de zêde bû. Lewma ya herî rast ew e, ku hêzên herêmî yên Kurdistanê bibin yek."
PDK DIXWAZE EM JI ŞENGALÊ DERKEVIN
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pirsgirêkên ku PDK derdixîne pêşiya hêzên gerîla yên li herêmê û ev peyam hat dayîn:
"Berpirsyarên PDK'ê yên li Şengalê, pirsgirêkan derdixînin pêşiya Rêyên hêzên me yên ji Rojava alavên tenduristî û lojîstîkê tînin Şengalê dibirin û dixwazin ku em bi lezgînî ji Şengalê derkevin. Em ti wateyê nadin van nêzîkatiyên nedostan e. Gelek caran me bi rayedarên PDK'ê re hevdîtin kirin û xwestin van pirsgirêkan çareser bikin. Lê belê ev nêzîkatî û astengiyên PDK'ê dewam dikin. Gelo nêzîkatiya PDK'ê ya li vê derê nêzîkatiyeke herêmî ye, yan jî nêzîkatiyeke giştî ye? Em dixwazin vê fêm bikin. Divê gelê me jî vê ji nêz ve bişopîne û di vî warî de bê agahdarkirin. Rewşa heyî gihaştiyeke nuqteyeke nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê me xwest agahiyan bidin gelê xwe û raya giştî. Weke wezîfeya xwe ya neteweyî em dixwazin Şengalê û herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin û azad bikin. Em dibêjin ku em ji vê yekê re amade ne. Nêzîkatiyên ku me li jorê qala wan kir, ne li berjewendiyên gelê me yê li Şengalê ne jî li berjewendiyên Neteweyî tên. Û em li bendê ne ku ev nêzîkatiyên şaş di dema herî nêz de bên sererastkirin."