KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ronahî: Xurtbûna HDP'ê wê rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd veke
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî destnîşan kir, ku xurtbûna HDP'ê wê rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd veke û bang li gelê li Başûrrojavayê Kurdistanê kir, ku biçe ser sindoqan. -
Ji KCD-E banga ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê
KCD-E bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir, ku beşdarî çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bibin. -
Kobanê banga destekê li gelên cîhanê kir
Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, amadekariyên çalakiyên piştgiriyê li tevahiya cîhanê dewam dikin. Ji bo Kobanê jî banga destekê li gelên cîhanê hat kirin. -
Pîr: Gelên Tirkiyeyê wê li dijî polîtîkayên şer bêjin HDP'ê
Namzetê Parlamenteriyê yê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr bang li gelên Tirkiyeyê kir, ku ji bo rakirina polîtîkayên şer ên AKP'ê, ji bo jiyaneke azad û wekhev dengên xwe bidin HDP'ê. -
Gerîlayan bersiv dan pirsa 'Çima her tim perwerde?'
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê, gel û welatê xwe diparêzin, girîngiya perwerdeyê vegotin. -
Her dengê ji bo HDP'ê, dengê ji bo aştî û çareseriyê ye
Endamê Komîteya TEV-ÇAND'ê Delîl Dilpêt, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdara 2015'an bang li gelê Semsûrê kir. -
Ez Kerkûk, dayika bêkes-Gulan Avrêl
Rojekê ku asîman xwe bi rengê şîn pêça bû, roj jî bi xweşik bûna xwe re bi ahengên rengan derdorê xwe di xemiland em ber bi bajarê Kerkûkê ve ketin rê. -
Bayik bang li gelên Amed, Mêrdîn û Rihayê kir
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bang li gelên Amed, Mêrdîn û Rihayê kir û xwest tevlî hilbijartinên 1'ê Mijdarê bibin. Bayik destnîşan kir, ku wê bi hêzên demokrasiyê re serketineke mezintir were bidestxistin. -
Li Amedê ji pakêta bi guman îsot derket
Li Cadeya Suna ya navçeya Rezan pakêteke bi guman ji aliyê polîsan ve bi funyeyê hate teqandin. -
Li Elezîzê 2 kes hatin binçavkirin
Li Elezîzê ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 2 kes hatin girtin. -
Gel pêşeroja xwe di HDP’ê de dibîne
Namzetên HDP’ê li gelek navendan bi gel re tên gel hev. Namzetan karker, sendîkavan û Elewî jî ziyaret kirin, banga bikaranîna dengan kirin. -
Koordînasyona Giştî ya Rojava: Gotinên Davûtoglû mikurhatin e
Koordînasyona Giştî ya her sê Kantonên Rojava gotinên Davutoglu yên ‘Me li YPG’ê daye’ wekî mikurhatina piştgiriya AKP’ê ji DAIŞ’ê re girt dest û bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê kir ku helwesta xwe li hemberî vê kiryarê zelal bike. -
Serdana esnafan a Yuksekdag a li Wanê veguherî mîtîngê
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di serdana xwe ya esnafan de anî ziman ku esnafên bajar gelek pirsgirêkan dijîn û ji bo ev rewş bê guhertin hilbijartin firsendeke mezin e. -
Dema hûn çûn dengdayînê Roboskî ji bîr nekin
Malbatên Roboskiyî di 200’emîn hefteya qetlîamê de meş pêk anîn û daxwaza edaletê kirin gotin, “29’ê Cotmehê cejn nîne, hefteya 200’emîn a qetlîamê ye.” -
EMEP Kurdistan: 1'ê Mijdarê roja hesabpirsînê ye; deng ji HDP'ê re
Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) a Kurdistanê bang li hilbijêran kir ku deng bidin HDP'ê. Di daxuyaniyê de, ji bo biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê veguhere agirbesta dualî, banga xurtkirina têkoşînê hat kirin. -
Operasyonên li herêmên Oremar û Bînbîrê dewam dikin
HPG'ê diyar kir ku operasyonên artêşa Tirk ên li herêmên Oremar û Bînbîrê dewam dikin. -
Partiyên Kurd destek dan HDP'ê
Nûnerên partiyên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê destek dan HDP'ê û bang li hilbijêran kirin, ku dengên xwe bidin HDP'ê. -
YBŞ: 24 çete hatin kuştin
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da xuyakirin di şerê li Şengalê yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de 24 çete hatine kuştin, 11 jî birîndar bûne. -
Li pêşiya Parlamenta Hollandayê çalakiya edaletê
Ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li Hollandayê daxwaza edaletê hat kirin. -
Ji bo Erkan Çayan peyama sersaxiyê
Platforma Ciwanan a HORAM, ji bo gerîlayê KCR'ê Erkan Çayan ê li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand. -
Li Bazîdê topa leşkeran li malekê ket
Li gundê Xarik ê navçeya Agirî Bazîdê, topeke ji aliyê leşkeran ve hat avêtin, li malekê ket. -
Li Şengalê 'Fermandariya Hevbeş' hat avakirin
YBŞ, YPJ Şengal û HPŞ'ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku wan 'Fermandariya Hevbeş' ava kirine. Di daxuyaniyê de banga destekkirina pêngava azadkirina Şengalê hat kirin. -
Namzetê HDP'ê Aslan: Em armancên gemarî yên Erdogan di ber wî de bihelin!
Namzetê HDP'ê yê Parlamenteriyê yê Êlihê Aslan got, "Li dijî armancên gemarî yên Erdogan, divê gelê me ji sedî sed biçe ser sindoqan" û nerazîbûn nîşanî polîtîkaya şer a AKP'ê da. -
Bayik: Gelê me wê xwedî li kevneşopiya xwe ya berxwedanê derkeve
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Gelê me yê Dêrsim, Çewlik, Mûş, Erzîrom û Elezîzê wê ji 7'ê Hezîranê xurttir tevlî hilbijartinên 1'ê Mijdarê bibe." -
Li hember çeperên çeteyên DAIŞ’ê yên li Şengalê êrîşa hewayî
Balafirên şer ên girêdayî hêzên koalîsyonê çeperên çeteyên DAIŞ’ê yên li navenda Şengalê bombe dikin.