BI DÎMEN

Her dengê ji bo HDP'ê, dengê ji bo aştî û çareseriyê ye

Endamê Komîteya TEV-ÇAND'ê Delîl Dilpêt, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdara 2015'an bang li gelê Semsûrê kir.

Endamê Komîteya TEV-ÇAND'ê Delîl Dilpêt, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdara 2015'an bang li gelê Semsûrê kir.

Delîl Dilpêt da xuyakirin, ku gelê Semsûrê welatparêz, alîgirê aştî û çareseriya demokratîk e û destnîşan kir, ku divê her deng bi zanebûn were bikaranîn. Dilpêt got, "Weke Semsûriyekî ez vê bangê li gelên Semsûrê dikim; vîna xwe ji bo xurtkirina HDP'ê bi kar bînin."

HER DENGÊ JI BO AKP'Ê WÊ BIBE SEDEM KU XWÎNA KURDAN BIRIJE

Dilpêt  da xuyakirin ku dewlet û hikûmeta AKP'ê bi hemû hêza xwe êrîşî gelê Kurd dike û got, "Qebûlkirina daxwazên gelê me li aliyekî, gihaştine wê radeyê ku êrîşî gorên me bike."

Dilpêt bibîr xist ku Serokwezîrê hikûmeta AKP'ê Ahmet Davûtoglû herî dawî bi 'torosên spî' gef li gelê kurd xwariye û got, "Dixwazin vê bêjim, 'ya hûnê deng bidin min û min bikin desthilatdar, yan jî ji bilî mirinê ti rêyeke te nîne'. Her dengê ji AKP'ê re biçe, bêguman wê bibe sedem ku xwîna Kurdan birije."

DENGÊ HDP'Ê YÊ BI RÊJEYA JI SEDÎ 13'AN DERBEKE MEZIN LI AKP'Ê XIST

Delîl Dilpêt da zanîn ku Serokkomar, Serokwezîr, bi bikaranîna hemû erk û derfetên dewletê re ji bo avakirina sîstema serokatiyê xebitîn û got, "Lê belê HDP a ku vegotina vîna jiyana bi hev re, diyalog û rewşa demokratîk a navbera gelan e, bi baweriyeke mezin tevlî vê hilbijartinê bû. Bi rêjeya ji sedî 13'an a dengan re bi ser ket û bi 80 parlamenteran cihê xwe di parlamentê de girt. Vê yekê hem pêşî li AKP'ê girt ku bi tena serê xwe nebe desthilatdar, hem jî derbeke cidî li polîtîkayên AKP'ê yên neçareseriyê xist."

Dilpêt bibîr xist ku AKP'ê ev serketin an jî nêzîkatiya demokratîk hezim nekir û li dijî HDP û gelê Kurd dest bi şer kirin. Dilpêt got, "Her çend tê gotin ku li piştî êrîşên bombeyî yên li Edene, Mersîn, mîtînga Amedê DAIŞ heye jî, hêza rastî ya li pişt van êrîşan gladiyoya dewletê û AKP'ê heye. DAIŞ û AKP du rûyên madalyonekê ne. Divê bibîrxistina 'torosên spî' ji rêzê neyê dîtin."

'DIKARIN KOMKUJIYEKE DIN A ENQEREYÊ PÊK BÎNIN'

Dilpêt da xuyakirin ku divê baş were zanîn her dengê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de were bikaranî wê ji bo aştî yan jî ji bo şer be û axaftina xwe wiha dewam kir: "AKP'ê dîktatorî ava kiriye. Ji xwe ew bi xwe jî dibêje, 'Ev rewş di pratîkê de dimeşe, divê hikûmet destûra vê ya bingehîn amade bike'. Divê were dîtin ku Erdogan, AKP û Serokwezîrê wê yê hay ji xwe nîne, dikarin di rojên pêş de êrîşên mezintir bikin. Dikarin bi destê DAIŞ'ê komkujiyeke din a Enqereyê li hemberî civaka Tirkiyeyê bikin."

GELÊ SEMSÛRÊ WELATPARÊZ Û AŞTÎXWAZ E

Dilpêt ev bang li gelê Semsûrê kir: "Semsûr a ku bi zemîna ji bo DAIŞ'ê yan jî bi bombeyên teqiyan re ket rojevê, di vê pêvajoyê de dikare roleke girîng bilîze. Her çend di demên bihurî de malovanî ji hin terîqetan re kiribe jî, ti bendewariyeke xwe ji şer nîne. Gelê Semsûrê welatparêz e, alîgirê çareseriyeke aştiyane û demokratîk e. Ti eleqeya xwe tiştên niha ketiye rojevê re nîne. Lê belê ji ber polîtîkayên bi zanebûn ên AKP'ê û dewletê, Semsûr bi van tiştan bi zanebûn dixin rojevê. Ev nirxandin ne hêjayî Semsûrê ye. Girîng e gelê Semsûrê di vê mijarê de cihê xwe li cem HDP'ê bigire û hesab ji AKP'ê bipirse.

HER DENGEKÎ JI HDP'Ê RE WERE DAYÎN WÊ JI BO AŞTIYÊ BE

Pêwîste Semsûr her dengekî xwe bi zanebûn bi kar bîne. Her dengekî bide AKP'ê wê bibe sedem ku bombeyekî din ê zindî derkeve holê û bêhtir bi hovîtiya DAIŞ'ê were bilêvkirin. Weke mirovekî ji Semsûrê vê bangê li gelê Semsûrê dikim; Vîna xwe ji bo xurtkirina HDP'ê bi kar bînin. Divê dengekî ku AKP'ê red dike be. Gelê Semsûrê dema diçe ser sindoqan divê dengê xwe bi nêzîkatiyên demokratîk ji bo çareserî û aştiyê bide HDP'ê. HDP vîna jiyana bi hev re ya gelên Kurd û Tirk e. Projeya jiyana bi hev re ya hindikahî û gelên Anatoliyê ye. Her dengekî ji bo HDP'ê wê ji bo aştî û çareseriyê be. Li ser vê bingehê jig elên li Semsûrê re serketinê dixwazim."