Partiyên Kurd destek dan HDP'ê
Nûnerên partiyên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê destek dan HDP'ê û bang li hilbijêran kirin, ku dengên xwe bidin HDP'ê.
Nûnerên partiyên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê destek dan HDP'ê û bang li hilbijêran kirin, ku dengên xwe bidin HDP'ê.
Ji hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re 3 roj man. Tevî êrîş û şerê dewleta Tirk ê li hemberî HDP û gelê Kurd, desteka ji bo HDP'ê mezin dibe.
Destekeke din a ji bo HDP'ê ji partiyên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hat. Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir, parlamenterê YNK'ê yê Parlamenta Iraqê Arez Abdullah, Endamê Meclîsa PJAK'ê Şêrzad Kemanger û Berdevkê Dîplomasiyê yê Tevgera Goran Rawaz Halkawt ji ANF'ê re axivîn û bang li hemû derdoran kirin ku dengên xwe bidin HDP'ê.
ŞAKIR: DIVÊ RÊJEYA JI SEDÎ 10-12 TÊRKER NEYÊ DÎTIN
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir da xuyakirin ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd siyaseteke taybet dimeşîne û diyar kir ku ji bo pûçkirina van polîtîkayan divê hemû derdor têbikoş in. Şakir ji bo serketina HDP'ê ya di 1'ê Mijdarê de ji her kesî xwest ku bixebitin û got, "Di hilbijartinên bihurî de HDP'ê bi derbasbûna ji benda ji sedî 10'an re mora xwe danî binê serketineke dîrokî. Dewleta Tirk a nikarî xwe li vê rabigire, dest bi êrîşê kir."
Şakir bang li hemû derdorên demokratîk û gelê Kurd kir ku li dora HDP'ê bicivin û got, "Weke Tevgera Azadî, em amade ne di vî warî de çi dikeve ser milê me pêk bînin. Dibe ku ji gelek aliyan ve em nikarin bibin alîkar, lê belê ji aliyê manewî ve em ji hemû alîkariyan re amade ne. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê divê rêjeya ji sedî 10 yan jî 12 têrker nebînin. Bi kombûna li dora HDP'ê re divê rêjeyek heta ji sedî 30'î bê bidestxistin. Tirkiye ya vîna gelan nas nake, ancax bi vî rengî dikare bê guhertin."
ABDULLAH: HDP DIKARE HEMÛ PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE
Parlamenterê YNK'ê yê Parlamenta Iraqê Arez Abdullah jî diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di çareseriya pirsgirêka Kurd de samîmî nîne û got, "Demekê, hikûmeta AKP'ê digot ku ew ê pirsgirêka Kurd çareser û bi vî rengî di nava her kesî de rê li ber hêviyê vekir. Me jî got, 'Eger HDP bikeve parlamentê wê deriyê diyalogê hîn bi xurtî vebe'. Lê belê em dibînin ku hikûmeta Tirk careke din dest bi şer kir. Ne tenê êrîşî Bakurê Kurdistanê dike, di heman demê de êrîşî Başûrê Kurdistanê dike. Bi dehan gund bomberdûman kir. Mirovên sivîl şehîd xist. Li bakur jî zexta polîs û leşkeran zêde dibe."
Abdullah anî ziman ku partî û lîderên li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade ne û ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê ev bang kir: "Divê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê destekê bidin HDP'ê. Eger HDP cihê xwe di parlamentê de bigire wê ev yek ji bo çareseriya pirsgirêkan bibe şensek. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo azadî, demokrasî û mafên mirovan, divê her kes destekê bide HDP'ê."
KEMANGER: GIRÎNG E HER KES DENGÊ XWE BI KAR BÎNE
Endamê Meclîsa PJAK'ê Şêrzad Kemanger bal kişand ser girîngiya pêvajoyê ji bo gelê Kurd û got, "Serketina îro li gelek parçeyan hatiye bidestxistin, gelekî bilind e. Bi taybetî piştî Kobanê, serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji bo Kurdan desketiyeke mezin bû. AKP a xwe li vê ranegirt, xwest bi zext, şîdet û lîstikan van serketinan pûç bike. Bi vê armancê li Kurdistanê komkujî kir. Tecrîdê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne. Wekî din ji bo pûçkirina destketiyên Kurdan ya ji dest tê dike. Li hemberî vê yekê divê gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo xwedîderketina li azadî û demokrasiyê li dora HDP'ê bicivin."
Kemanger diyar kir ku ji bo xwedîderketina li hemû destketiyan weke PJAK ew destekê didin HDP'ê û bang li gelê Kured, hemû gel û komên baweriyan kir ku ji bo azadiyê bi awayekî aktîf tevlî dengdayînê bibin û deng bidin HDP'ê."
HALKAWT: GELÊ BAŞÛR DIXWAZE HDP BI SER BIKEVE
Berdevkê Dîplomasiyê yê Tevgera Goran Rawaz Halkawt jî anî ziman ku weke tevger ew destekê didin hemû parçeyên Kurdistanê û gelê Bakurê Kurdistanê yê li hemberî zext û şîdetê li ber xwe dide, silav dikin. Halkawt da zanîn ku pêwîstiya çar parçeyên Kurdistanê bi yekîtiyê heye û got, "Îro li gelek herêmên Kurdistanê xeterî heye. Xeteriya DAIŞ'ê û êrîşa hikûmeta Tirk heye. Divê Kurd ji berxwedana li Kobanê û Kerkûkê ya li dijî DAIŞ'ê dersê werbigirin. Di 1'ê Mijdarê de wê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartin were kirin. Tevgera Goran di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi awayekî aktîf destek da HDP'ê. Em vê desteka xwe îro jî dewam dikin. Li gorî me HDP dengê Bakurê Kurdistanê ye. Weke gelê Başûrê Kurdistanê em ji dil dixwazin HDP bi ser bikeve. Siyaseta ku îro HDP dimeşîne rast e û di cih de ye. Tevî azadiya gelê Kurd, Tirkiyeyeke nû dixwaze. Di 1'ê Mijdarê de ji HDP'ê re serketinê dixwazim."