Rêxistina EMEP'ê ya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Erdogan û hikûmeta şer a demî, li dijî vîna aştî û çareseriya demokratîk a gelên me di 7'ê Hezîranê de danîn holê, êrîşeke topyekûn dikin. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî bi girtin, zext û astengiyan re tê xwestin ku pêşî li vîna demokratîk a gelê me bê girtin û bi vî rengî rejîma serokatî-dîkta ya Erdogan bê mayîndekirin. Tevî biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê ku di 10'ê Cotmehê de ragihand, li her devera Kurditasnê bi israr operasyon tên meşandin û şer û mirin mîna qederekê li ser gelên me tên ferzkirin."
Rêxistina EMEP'ê ya Kurdistanê da xuyakirin ku Erdogan û AKP ji bo desthilatdariya xwe, gelan ber bi karesatekê ve dehf didin, tevî operasyonên leşkerî û siyasî yên li Kurdistanê bal kişand ser komkujiyên li Amed, Pirsûs û Enqereyê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Desthilatdariya AKP-Erdogan qîma xwe bi polîtîkayên şer ên li nava welêt nînin, radibin êrîşî kantonên demokratîk ên li Rojava, êrîşî PYD/YPJ'ê dikin."
'EM DENG BIDIN HDP'Ê Û XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN
EMEP Kurdistanê diyar kir ku divê hemû hêzên ked, aştî û demokrasiyê, roja 1'ê Mijdarê weke roja hesabpirsîna ji yên şer li welêt û li Rojava ferzkirin, hesabpirsîna ji hêzên rejîma dîkta ferz dikin, bibînin û got, "Weke Rêxistina Partiya Kedê ya Kurdistanê em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî zext, qedexe û astengiyan dengên xwe bi kar bînin, dengên xwe bidin HDP'ê û xwedî li vîna xwe derkevin. Em bang li hemû hêzên ked, aştî û demokrasiyê yên li welêt dikin ku ji bo biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê veguhere agirbesteke dualî ya mayînde û ji bo çareseriyeke demokratîk hêzên xwe bikin yek û têkoşînê mezin bikin."