Ronahî: Xurtbûna HDP'ê wê rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd veke
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî destnîşan kir, ku xurtbûna HDP'ê wê rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd veke û bang li gelê li Başûrrojavayê Kurdistanê kir, ku biçe ser sindoqan.
ANF
BEHDÎNAN
în, 30 kewçêrê 2015, 09:19
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî destnîşan kir, ku xurtbûna HDP'ê wê rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd veke û bang li gelê li Başûrrojavayê Kurdistanê kir, ku biçe ser sindoqan.
Peyama Ronahî ya ji bo gelê li Başûrrojavayê Kurdistanê bi vî rengî ye:
"Beriya her tiştî, ez Dîlek Dogan a ku li Stenbolê di encama êrîşa polîsan de şehîd ket, bi mînetdariyeke mezin bibîr tînim. Û em dixwazin gelê me, bi taybetî jî gelê me yê li Başûrrojava bizanibe ku wê tola vê bê hilanîn. Dixwazim her kes vê bizanibe.
Di 7'ê Hezîranê de hilbijartin pêk hat û di hlibijartinê de vînek derket holê. Gelan tercîha xwe kirin, gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn tercîha xwe kirin. Ji vê tercîhê encamek derket. Erdogan ev encam hezm nekir, ji bo yekpartîbûn û avakirina sîstema serokatiyê ev encam qebûl nekir û ji nû ve hilbijartin danî pêşiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê.
Ev hilbijartin, ji bo plan û polîtîkayên Erdogan û dewleta kûr a AKP'ê yên li hemberî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, hilbijartineke dîrokî ye. Mîna hilbijartinên beriya niha, wê di vê hilbijartinê de jî ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêlin, çi ji destê wan bê wê bikin. Ji bo serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de, pêwîste gelê me yê li Başûrrojava bi rastî jî êdî hin tiştak ji nû ve binirxîne, di ber çavan re derbas bike û bi xurtî beşdarî hilbijartinan bibe. Girîng e gelê Başûrrojava bersiveke xwe li hemberî Erdogan hebe. Li hemberî gelê me yê li Enqereyê, li dijî şoreşger demokratan komkujiyek hat kirin. Çend roj heman piştî komkujiyê Serokwezîr rabû got ku dengên AKP'ê zêde bûne.
Li hemberî van polîtîkayên Erdogan, bi taybetî jî li hemberî van daxuyaniyên Serokwezîr, divê gelê li Başûrrojava bersivekê bide. Ji bo pûçkirina hemû provokasyon û komkujiyên vê hikûmeta şer a li dijî Kurdan dimeşîne, divê gelê me yê li Semsûr, Meletî, Elbîstan, Pazarcix, Narli û gundên li derdorê bi berpirsyarî rabe û ji sedî sed biçe ser sindoqan. Divê deng bide HDP'ê. Bi tercîheke rast girîng e deng bide HDP'ê. Gelê Başûrrojava bi salan deng da CHP'ê, lê encam çi bû? Di nava çend salên dawî de hîn bêhtir rastî dît û bi hin aliyan berê xwe da HDP'ê. Ev yek gelekî girîng e. Lê belê têrê nake, qels e. Di vê hilbijartinê de di serî de jinên li Başûrrojava, divê her kesên dikarin dengê xwe bi kar bînin, biçin ser sindoqan, deng bidin HDP'ê û planên Erdogan û AKP'ê yên li hemberî Kurdan, şoreşgeran û hêzên demokratîk pûç bikin. Dengekî bi tenê jî di vê pêvajoyê de dikare gelek tiştan biguherîne.
Ji bo pûçkirina polîtîkayên qirkirinê yên ku AKP bi destê DAIŞ'ê li hemberî Kurdan dimeşîne, ez bawerim ku gelê Başûrrojava êrîşên mehên dawî yên li hemberî Kurdan dît, bi xwe rastî êrîşan hat û şehîd da. Û li hemberî van hemûyan wê ji sedî sed di sindoqê de bersivê bide. Bi birêxistinkirina mirovên li derdora xwe û dayîna dengan ji bo HDP'ê re wê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
Eger HDP bi awayekî serketî ji hilbijartinan derkeve, wê ev serketin weke demokrasî û çareseriya pirsgirêka Kurd li gelê Başûrrojava vegere. Di rewşeek berevajî de çawa ku di dema Komkujiya Mereşê de gelê Kurd hat sirgûnkirin, jiyan lê hat heriman, dibe ku heman xeterî derkeve holê. Ji bo xeterî û rîskeke din a bi vî rengî neyê jiyîn, girîng e em bi hemû hêza xwe bixebitin, di vê hilbijartinê de tercîhek rast bikin û bikin ku HDP xurt bibe.
Ez bawerim ku wê tercîheke rast bike, bi hemû hêza xwe xwedî li sindoqan derkeve û ji bo bikaranîna dengên xwe bikeve nava hewldaneke mezin. Li ser vê bingehê ji gelê me, bi taybetî jî ji gelê me yê li Başûrrojava re serketinê dixwazim."