Koordînasyona Giştî ya her sê Kantonên Rojava gotinên Davutoglu yên ‘Me li YPG’ê daye’ wekî mikurhatina piştgiriya AKP’ê ji DAIŞ’ê re girt dest û bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê kir ku helwesta xwe li hemberî vê kiryarê zelal bike.
Koordînasyona Giştî ya her sê Kantonên Rojavayê Kurdistanê der barê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî çeperên YPG’yê li kantona Kobanê daxuyaniyek da raya giştî.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi nêzîkbûna hilbijartinên 1’ê Mijdarê re, hikûmeta serkêşiya AKP’ê bêhtir destê xwe xist nava kiryarên li dijî mirovahiyê û hemû qanûnên navneteweyî binpê kirin.
Daxuyanî wiha dewam dike: “Artêşa Tirk biryarên AKP’ê yekser bi cih anî û bi awayekî hovane bi balafir û çekên giran êrîşî welatiyên sivîl û çeperên Yekîneyên Parastina Gel kir, bêyî rêzdariyê nîşanî welatên cîran bide. Yekîneyên Parastina Gel ji tevahiya cîhanê re îspat kiriye ku ew hêza yekemîn a ku parastina demokrasî û mirovahiyê dike û şerê çeteyên DAIŞ’ê dike. Vê hêzê ji her kesî re nîşan daye ku ji bo avakirina Sûriyeyeke federal û yekbûyî têkoşînê dike.”
Di daxuyaniya xwe de koordînasyonê bal kişand ser lixwemikurhatina Serokwezîrê Tirkiye Ahmet Davutoglu ku dibêje ‘Me li ser axa Rojava li çeperên YPG’ê daye’ û ev yek wekî mikurhatineke fermî girt dest ku piştgiriya Tirkiye ji çeteyên DAIŞ’ê re aşkera dike û terorê ji bo xwe ji demokrasiyê baştir dibîne.
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Wekî Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava em tevgera dewleta Tirk a bi vî rengî wekî tevgereke tehrîkê dibînin. Di heman demê de em bang li hevalbendên xwe yên Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê dikin ku helwesta xwe li hemberî van kiryaran zelal bikin û zextê li dewleta Tirk bikin ku dest ji van kiryarên dijmirovane berde. Em ji gelên têkoşer ên Tirkiye ku demokrasiyê dixwazin bila hikûmetê li ser van kiryarên wê yên dûrî raya giştî ya Tirkiyeyê, ceza bikin. Dîsa jî em ji hemû pêkhateyên Rojava dixwazin ku li hemberî vê yekê bisekinin û piştgiriya YPG’ê bikin.”
Daxuyaniya Koordînasyona Kantonên Rojava wiha bi dawî dibe: “Gelê me wê her tim xwe ragire, wê bi ser bikeve. Baweriya bi xwîna şehîdên leheng wî bi rê ve dibe. Heta dawiyê heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk û federal wê li ber xwe bide.”