YBŞ: 24 çete hatin kuştin

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da xuyakirin di şerê li Şengalê yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de 24 çete hatine kuştin, 11 jî birîndar bûne.

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê diyar kir ku di 28'ê Cotmehê saet 17:00 de, li derdora Xeyr Nasir, Sîttî Zeynep û girê Xeyr Nasir ên li navenda Şengalê, bi qasî saet û nîvekê şer qewimiye.

YBŞ'ê got, "Çeteyên ku êrîşî nuqte û çeperen hêzên me yên berxwedanê kirin, rastî bersiveke bi bandor hatin. Di şerê li vê derê de 24 çete hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn."

Fermandariyê her wiha ragihand ku di heman saetan de balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî 12 caran li çeteyên li navenda Şengalê xistine.