Operasyonên li herêmên Oremar û Bînbîrê dewam dikin
HPG'ê diyar kir ku operasyonên artêşa Tirk ên li herêmên Oremar û Bînbîrê dewam dikin.
HPG'ê diyar kir ku operasyonên artêşa Tirk ên li herêmên Oremar û Bînbîrê dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku operasyonên artêşa Tirk ên li herêmên Oremar û Bînbîr ên navçeya Colemêrg Geverê hînê dewam dikin.
Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Roja 28'ê Cotmehê saet di navbera 09:00-13:30 de qereqola Êrîş a li ser sînorê herêma Zapê; qadên Xeregol û gundê Zerê, saet di navbera 16:00-17:00 û 21:00-22:00 de qereqola Bîlîcanê qadên derdora xwe bi obus, hawan û tankan bombe kirine."
HPG'ê da xuyakirin, ku ji saet 19:00 ê 28'ê Cotmehê heta saet 06:30 ê 29'ê Cotmehê, li ser herêma Garê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, pêgerên hewayî yên bê mirov ên keşfê, geriyane.