Gel pêşeroja xwe di HDP’ê de dibîne

Namzetên HDP’ê li gelek navendan bi gel re tên gel hev. Namzetan karker, sendîkavan û Elewî jî ziyaret kirin, banga bikaranîna dengan kirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak di çarçoveya xebatên hilbijartinan de li navçeya Şemzînanê bû. Irmak bi nûnerên sendîkayan ên girêdayî KESK’ê re hat gel hev. Irmak ji bo endamên sendîkayê yên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, sersaxî xwest, destnîşan kir ku Kurdan ji bo pêvajoyek nû, vekirineke nû xwe datîne holê. Irmak bi bîr xist ku HDP’e di vê mijarê de rolek pêşeng lîstiye.

Irmak ji nûnerên sendîkayan xwest ku  yekîtî û hevrebûna xwe xurttir bikin û di 1’ê Mijdarê de piştgiriyê bidin HDP’ê. Selma Irmak, piştre DÎHA û buroya malpera Yuksekova Haber ziyaret kir.

MÊRDÎN

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mêrdînê da xuyakirin ku wê 31’ê Cotmehê de li tevayî bajêr tûrê li dar bixin. Têkîldarî mijarê, ji bo li Mêrdînê serketina 6-0 a parlamenteran wê di 31’ê Cotmehê de tûra serketinê bikin û hate xwestin ku tevahî gel tevlî vê tûra serketinê bibe. Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê û navçeyan, rêxistinên HDP,DBP’ê yên bajar û navçeyan, rêxistinên civaka demokratîk jî wê tevlî tûra serketinê bibin. Tûr wê ji navçeyên Artûklû, Şemrex, Stewrê, Rişmil û Mehsertê destpê bike û wê li pêşiya Buroya Hilbijartinê ya Artûklû ya HDP’ê kom bibin. Piştre jî wê tûr li navçeya Qoserê bidome.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê fînala tûra bajêr li Artûklû ya Mêrdînê be.

AMED

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Baglar jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnafên li Cadeya Selahattîn Eyyubî ziyaret kir. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca, nûnerên saziyan ên ji bo xebatên hilbijartinan ji Başûrê Kurdistanê hatibûn, hevserokên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Navçeyê û rêveberên partiyê tevlî ziyaretê bûn.

HDP’yiyan projeyên xwe ji esnafan re ragihandin, broşurên hilbijartinê belav kirin.

ÎZMÎR

Namzetê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Kinikê Şaxa Komaleya Anadolû Erenlerî ziyaret kir. Dogan û heyeta pê re ji aliyê endamên komaleyê û Serokê Komaleyê Alî Apaydin ve hatin pêşwazîkirin.

‘PARTIYA KARKER Û ELEWIYAN HDP’E’

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê jî bi ziyareta gundê Bademler xebatên xwe yên hilbijartinan domand. Li ser vexwendina muxtarê gund çû gund û li vir rastî eleqeyek mezin hat. Kurkçu xwest rojên dawiyê yên hilbijartinan baş bên nirxandin.

Piştre Kurkçu bi namzet Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Derya Oz re bi kedkarên gelemperî re hatin gel hev.

RIHA

HDP'ê diyar kir ku ew ji bo hilbijartina 1'ê Mijdarê amade ne. Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemir bal kişand ser hilbijartina 7'ê Hezîranê û got ku AKP'ê dengên blok bikar anîn û ji wan re agahiyên pisûlayên dengan çap kirine hatiye û wiha got: "Werin em bi hev re di heman odeyê de hilbijartinê bişopînin û li hemberî hîleyên pêk tên bi hev re bi awayekî adîlane mudaxeleyê lê bikin."

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê der barê hilbijartina 1'ê Mijdarê de li Otela Harran civîn li dar xist. Di civînê de rêveberên HDP û DBP'ê, namzedên HDP û gelek welatî tevlî bûn. Di civînê de Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û got ku wê ji kesên 400 parlamenter dixwestin 1'ê Mijdarê hesab bipirsin û wiha axivî: "Demokrasî, aştî û edalet jî wek av û hewayê pêwîst e. Di 1'ê Mijdarê de em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve birin û em ê ji Tirkiyeyê deriyekî nû vekin. Ji bo vê yekê divê em li erka xwe û sindoqên xwe xwedî derkevin."

'EM AMADE NE'

Ozbîngol got ku ji bo hilbijartinê amade ne û der heqê amadekariyan de ev agahî da: "Ji bikaranîna dengan heya hejmara dengan û girtek girtinê, ewlehiya sindoqan û torbeyên dengan û di mijarên din de em her tim amade ne. Bi sedan hevalên me bi peywir in û heta hilbijartin bi temamî bi encam bibe em ê nobetê bigirin."

'PISÛLAYÊN ZÊDE HATIN ÇAPKIRIN'

Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr jî axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di hilbijartina 7'ê Hezîranê yên ji aliyê AKP'ê ve hatin kirin û li gel hemû lîstikan ew ê dîsa encamek baş bigirin. Baydemîr bilêv kir ku ger li welatekî lîstikên qirêj tevlî hilbijartinê bibin li wî welatî ti tişt rast nameşe û wiha got: "Eger hilbijartin bi awayekî zelal û demokratîk bê kirin wê pêşiya wî welatî ronî be. Riha wê 1'ê Mijdarê de bibe lokomotîfa aştî û demokrasî ye. Lê mixabin tê gotin ku li Rihayê pisûlayên zêde hatine çapkirin û em ji ber vê yekê bi guman in. Divê ev çapxane jî tiştekî wiha nekin û divê zanibin ev sûcekî pir mezin e. Ji ber vê yekê em bang li raya giştî dikin ku demildest pêşiya van bigirin."

'AKP DENGÊN BLOK BIKAR ANÎ'

Baydemîr destnîşan kir ku AKP li Siwêregê, Xelîliye, Kanîya Xezala, Harran, Wêranşar û Eyyubiyeyê dengên blok bi kar anîn û wiha axivî: "Vaye Walî, qeymeqam û Desteya Hilbijartinê jî baş zanîbûn. Ez li vir bang li Farûk Çelîk û CHP û MHP'ê dikim! Bila werin em li odeyekê rûnin û hilbijartinê bi hevdu re bişopînin. Dema hîle çêbûn em bi hevdu re mudaxale bikin û ji bo hilbijartinek adîlane pêk bê."