Dema hûn çûn dengdayînê Roboskî ji bîr nekin

Malbatên Roboskiyî di 200’emîn hefteya qetlîamê de meş pêk anîn û daxwaza edaletê kirin gotin, “29’ê Cotmehê cejn nîne, hefteya 200’emîn a qetlîamê ye.”

Malbatên Roboskiyî di 200’emîn hefteya qetlîamê de meş pêk anîn û daxwaza edaletê kirin gotin, “29’ê Cotmehê cejn nîne, hefteya 200’emîn a qetlîamê ye.”

Li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê 28’ê Qanûna sala 2011’an di encama bombebarana balafirên şer ên girêdayî artêşa Tirk de 34 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Malbatan bi boneya hefteya 200’emîn li gundê Bejuh ji ber Ocaxa Tenduristiyê heta goristanê meş pêk anîn.

Meşa ku gelek kes tevlî bibûn de pankarta “Dema hûn çûn dengdayinê Roboskî ji bîr nekin” û 29’ê Cotmehê cejn nîne, hefteya 200’emîn a qetlîamê ye” hatin hilgirtin. Piştî ku gul danîn ser gorên 34 welatiyan, Vahît Encu li ser navê girseyê daxuyaniyê da û diyar kir ku beriya 200 hefteyan li vî welatî cejn hebû, li aliyê din jî şîn hebû û wiha got: “29’ê Cotmehê cejn hefteya 200’emîn qetlîama Roboskî ye.”

Encû anî ziman ku bi Roboskî re hat zanîn ku li vî welatî çiqas mezlûm û çiqas jî zalim hene û wiha dom kir: “Roboskî, êş e, mirin e û tinebûn e. 200’emîn hefteya qetlîama Roboskî ye. Her çiqas dem di ser de çûbe jî êşên me bi dawî nabin. Dema Huseyîn Encu hat qetilkirin hê kurê wî nehatibû dinê. Piştî qetlîamê navê wî li kurê wî yê ku hat dinê kirin. Ji bo ku êşa Huseyîn kêm bibe ti geşedanên erênî nînin.”

‘EGER EM JI BÎR BIKIN BILA DILÊ ME RAWESTE’

Encu anî ziman ku di qetlîama Roboskî de ku nêzî sersalê bû pêk hat li her derê welat bi fîşekên hewayî pîrozbahî pêk hat û wiha dom kir: “34 welatî hatin qetilkirin, lê vî welatî piştî rojek şûn ve bihîst. Piştî ku 34 welatî mirin biryara veşartinê hat dayîn. Û rêveberê vî welatî derket û ji artêşa Tirk  re ji ber hesasiyeta wê spasiyê xwe kir. 34 kes mirin lê ti kes ji pêwirê nehatin girtin. Doz bi encam nebû û em hê jî şînê digirin.”

Encû anî ziman ku di rojeva Tirkiyeyê de Roboskî ti car girîngiya ku heq dike negirt û wiha bi dawî kir: “200 hefteye daxuyanî û daxwazên me yên edaletê bi dawî nabe. Em şîna zarokên xwe digirin, lê em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Ger em qetlîama Roboskî ji bîr bikin bila dilê me raweste.”