Namzetê HDP'ê yê Parlamenteriyê yê Êlihê Aslan got, "Li dijî armancên gemarî yên Erdogan, divê gelê me ji sedî sed biçe ser sindoqan" û nerazîbûn nîşanî polîtîkaya şer a AKP'ê da.
Namzetê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan, ji ANF'ê re li ser hilbijartinê axivî.
'GEL BI AWAYEKÎ BÊSEBIR LI BENDA 1'Ê MIJDARÊ YE!'
Aslan diyar kir ku ew li Êlihê li navenda bajêr, navçeyan û taxan digerin, rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyan ziyaret dikin û got, "Lê belê her kesên em diçin serdana wan ji me re dibêjin, 'Pêwîstî bi hatina we nîne. Em zilma ku li me tê kirin ji nêz ve dibînin û pêvajoyê dişopînin. Ji bo hilweşandina vî dîktatorê zilmê li gel dike, em ê li cem HDP'ê bin'. Belê, gel her çend li kolan û meydana nayê dîtin jî, bi awayekî bêsebir li benda 1'ê Mijdarê ye. Em hêvîdar in wê beşdariyeke xurt di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de pêk wre û gel wê ji aştî û biratiyê re bêje 'erê'.
Em nikarin mîtîngan pêk bînin. Mixabin desthilatdarî li mîtîngên me xwînê dide rijandin. Me ev yek li Pirsûs, li Amed, li Edene, Mersîn û li Enqereyê dît. Armanca tekane ya vê desthilatdariyê tepisandin, çavtirsandina gel û pêşîgirtina li dengdayînê ye. Lê belê em li nava malan digerin û hewl didin vê rastiyê vebêjin. Gel ji me dixwaze ku em aştiyê mayînde bikin. Gel ji me dixwaze ku ji bo mirov nemirin em têbikoş in. Beriya 7'ê Hezîranê me gotibûn ku ya ji destê me bê em ê bikin. Em niha heman tiştî dibêjin. Piştî 7'ê Hezîranê ji bo mirovên me nemirin, em bûn mertalên zindî. Me canê xwe danîn holê, ji bo mirovên me nemirin, pêvajoya aştiyê nehilkume. Em ê çalakiyên xwe yên bi vî rengî yên demokratîk bidomînin û ji bo mayîndebûna aştiyê, em ê Meclîsê neçarî aştî û maseyê bikin."
'SINDOQ LI KU DERÊ BÊ DANÎN, WE GELÊ ME DENGÊ XWE BI KAR BÎNE'
Li ser hewldanên veguhastina cihê sindoqan Aslan anî ziman ku ev yek ji bo pêşîgirtina li dengdayînê tê bi karanîn û got, "Sindoq li ku derê tê danîn bila bê danîn, wê gelê me biçe û dengê xwe bi kar bîne. Di hilbijartinên 7'e Hezîranê de jî me dît ku mirovên me ji Edîrne, ji Tekîrdagê vegeriyan bajarê xwe, gundê xwe, taxa xwe û dengên xwe bi kar anîn."
Aslan diyar kir ku xuyaye anketên dawî nêrîna 'hilbijartina 3. a pêşwext' daye Serokkomar Erdogan û da zanîn, ku ji ber niha ve encamên hilbijartinê texmîn dike, hewl dide şertên hilbijartina 3. amade bike.
Aslan got, "Ji ber vê yekê, divê gelê me û hemû gelên Tirkiyeyê destekê bidin HDP'ê û hewesa wî di ber wî de bihêlin. Belê armanca wan şer û rijandina xwînê ye û vê yekê dikin jî. Pitikên me qetil dikin, bûn sedem ku em bedenên xwe yên bê ruh li sarincê rabigirin. Ji ber ku zarokên wan li Îtalyayê ye, bêteredût şer didin destpêkirin û dihêlin ku leşker, polîs, gerîla jiyana xwe ji dest bidin. Lê belê divê gel destûrê nedin vê. Li pêşiya me hilbijartin heye, gel wê van armancên gemarî yên wî di ber wî de bihêlin. Divê gelê me ji sedî sed dengên xwe bi kar bîne."