Pîr: Gelên Tirkiyeyê wê li dijî polîtîkayên şer bêjin HDP'ê
Namzetê Parlamenteriyê yê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr bang li gelên Tirkiyeyê kir, ku ji bo rakirina polîtîkayên şer ên AKP'ê, ji bo jiyaneke azad û wekhev dengên xwe bidin HDP'ê.
Namzetê Parlamenteriyê yê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr bang li gelên Tirkiyeyê kir, ku ji bo rakirina polîtîkayên şer ên AKP'ê, ji bo jiyaneke azad û wekhev dengên xwe bidin HDP'ê.
Pîr da xuyakirin, ku ew li herêmen ku AKP'ê weke 'herêma ewlekariyê' îlan kiriye nikarin xebatên hilbijartinê bimeşînin û anî ziman ku di van şert û mercan de kes nikare qala ewlekariya sindoqan bike. Pîr destnîşan kir ku ew ê bi gel re tedbîrên xwe werbigirin.
Namzetên HDP'ê ku ji ber ewlekariyê mîtîngên xwe betal kirin, bi giranî li herêmên ku rêjeya dengên wan kêm be, dixebitin. Namzetê Parlamenteriyê yê Amedê Ziya Pîr, asta xebatên xwe û bendewariyên gelên Tirkiyeyê ji ANF'ê re vegot.
Pîr bibîr xist ku berî çend mehan wan bi coşeke emzin xebatên hilbijartinê meşandin, lê belê di vê dema hilbijartinê de ji ber şer û komkujiyan wan nikarîne xebatên hilbijartinê bimeşînin. Pîr da xuyakirin, ku ji ber nebûna ewlekariya jiyanê ya mirovan, wan xbatên xwe yên mîna mîtîngan betal kirine û got, "Di vê demê de em bi giranî diçin serdana herêmên dengekî kêm ji me re hatiye dayîn, hewl didin xwe vebêjin û polîtîkayên şer ên AKP'ê kişf bikin. Li van herêman bersiveke erênî ji me re tê dayîn. Polîtîkaya şer a AKP'ê ev derdor gelekî aciz kiriye." Pîr diyar kir ku tevî van şert û mercan jî moralê hilbijêran bilind e û li benda roja hilbijartinê ne. Pîr destnîşan kir ku ew ê di 1'ê Mijdarê de AKP'ê di sindoqê de defin bikin û temamiya 11 parlamenteran werbigirin.
'EWLEKARIYA HILBIJARTINÊ NÎNE'
Pîr da zanîn ku li hemberî îlana agirbestê ya KCK'ê, hikûmeta AKP polîtîkaya xwe ya êrîş û şer dewam dike û di vî warî de gumanên xwe yên li ser ewlekariya hilbijartinê parve kir. Pîr got, "Berî ewlekariya sindoqê, ewlekariya propaganda hilbijartinê jî nîne. Ji ber rewşa awarte, ku AKP di bin navê 'Herêmên Ewlekariya Taybet' de xistiye meriyetê, em nikarîbûn bikevin hin gundan. Ji xwe partiyên din nediçûn van gundan. Ev astengî bi tenê li hemberî HDP'ê ye û beriya her tiştî di vî warî de ewlekariyek nîne. Bêguman ewlekariya sindoqê jî nîne. Di vê mijarê de em ê amadekariya pêwîst bikin."
Pîr ragihand ku AKP li cihên mîna Sûr Cizîr û Farqînê propaganda 'neçin ser sindoqan, ewlekariya sindoqan nîne, wê bûyer biqewime' dike û bi vî rengî dixwaze çavê gel bitirsîne ku neçe ser sindoqan. Pîr got, "Gelê me yê li van herêman dijî, divê guh nedin propagandayên derew. Girîng e biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne."
'DIVÊ GELÊN TIRKIYEYÊ JI BO AZADIYA XWE BÊJIN HDP'
Pîr di dewama axaftina xwe de got, "Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hêrs in? Li hemberî kê bi hêrs in? Li hemberî yên gelan, zarok, jin û ciwanan qetil dikin bi hêrs in? Li hemberî şerxwazan, li hemberî mêtîngeran bi hêrs in?" û ev bang kir: "Bêguman wê gelê me vê vîna xwe di sindoqan de veguherîne vînekê ku polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê defin bike. Dewleta Tirk dest ji polîtîkaya înkarê ya li hemberî gelê Kurd bernade. Gelê Kurd mîna gelekî divê were terbiyekirin, were cezakirin dibîne. Gelên Tirkiyeyê êdî vê rastiyê dibîne. Em dixwazin di vê hilbijartinê de zêdeyî 80 parlamenteran biçin Meclîsê. Gelê Tirkiyeyê li dijî zilma AKP'ê divê êdî xwedî li HDP'ê derkeve û di 1'ê mijdarê de dengê xwe bide HDP'ê."
Pîr herî dawî ji bo destûreke bingehîn a wekhev, ji bo aştiyê, ji bo biratiyê bang li her kesî kir ku dengên xwe bidin HDP'ê.