Li Elezîzê 2 kes hatin binçavkirin

Li Elezîzê ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 2 kes hatin girtin.

Li Elezîzê ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 2 kes hatin girtin.

Li Elezîz, Qovanciyan, Dep, Xulaman û Miyaranê 27’ê Cotmehê di serdegirtinên malan de 12 kesên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Hevserokê HDP'ê yê Miyaranê Suat Yavuz, Halîdun Çelîk, Îbrahîm Talî, Muşerref Ekîtî, Osman Yilmaz, Yilmaz Bayet û 3 kesên navên wan nehat hînbûn hatin berdan. Delegeyê KCD'ê Selahattîn Bîlîn, Rêveberê DBP'ê Alî Çelebî û Fevzî Akbulut bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê Fevzî Akbulut hate berdan, Bîlîn û Çelebî jî bi îdîaya "endamê rêxistinê ne" û "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Elezîzê.