Ji KCD-E banga ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

KCD-E bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir, ku beşdarî çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bibin.

KCD-E bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir, ku beşdarî çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bibin. Di peyama KCD-E de hat gotin, "Kobanê ji bo mirovahiyê li ber xwe da, niha jî dor a mirovahiyê ye ku Kobanê ava bike."

Kurdistanî û dostên wan ên li gelek welatên cîhanê dijîn, xwe ji bo çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê amade dikin. Çalakî wê li 400 navendên li dehan welatan pêk werin.

Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-E) ji bo çalakiyên 1'ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya berxwedana Kobanê û bang li hemû Kurdistaniyan hat kirin ku beşdarî çalakiyan bibin. Di peyamê de hat gotin, "Kobanê ji bo mirovahiyê li ber xwe da, niha jî dor a mirovahiyê ye ku Kobanê ava bike. Em li bendê ne ku gelê me û hemû dostên me yên li Ewropayê dijîn bi vê şiyarê bi awayekî girseyî beşdarî çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bibin."