Ji bo Erkan Çayan peyama sersaxiyê

Platforma Ciwanan a HORAM, ji bo gerîlayê KCR'ê Erkan Çayan ê li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand.

Endamê Koordînasyona Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) Erkan Çayan (Zal Med) li herêma Kosalan a Rojhilatê Kurdistanê, di kemîneke hêzên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest da. Platforma Ciwanan a HORAM'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ji malbata gerîla Med û tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest.

'DI DILÊ GEL DE XWEDÎ CIHEKÎ TAYBET E'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Med salên dûr û dirêj li Rojhilatê Kurdistanê ma, gelek xebat meşand û hat gotin, "Hevrê Zal, di nava gelê me yê li Rojhilat de xwedî cihekî taybet e. Bi taybetî bi xebatên xwe yên li herêmên Hewreman, Dalaho, Lorîstan, Sine û Merîwanê re, cihekî taybet di dilê gel de girt. Hevrê Zal Med bi têkoşîna xwe ya li Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî mêtîngeriya rejîma Îranê re, peyama yekîtî û têkoşînê daye ciwanên Kurd."

BANGA LI CIWANAN

Di daxuyaniyê de ev bang li ciwanan hat kirin:

"Em bang li ciwanên li Rojhilat û Başûr, bi taybetî jî bang li ciwanên Kosalanê dikin: Ji bo xwedîderketina li bîranînên şehîdan, divê tevlîbûna li nava refên gerîla weke wezîfeya xwe ya sereke bibînin û bi sekna welatparêzî ya Şehîd Zal Med ê ji bo azadiya gelê me têkoşiya, tevlî bibin. Hevrê Zal careke din nîşanî me da ku sînorên ji aliyê mêtîngeran ve hatine xêzkirin bi tenê li ser nexşeyê ne. Lewma divê em biherikin qadên têkoşînê. Bi taybetî divê ciwanên Hewreman bêhtir xwedî li têkoşînê derkevin û tevlî pêngava rizgariya neteweyî bibin. Di vê çarçoveyê de em ê di xeta serketinê ya hevrê Şehîd Zal Med de bimeşin û bêteredût her roj bibin şopdarên xeta şehîdan."